Çamli: Biryara hikûmetê ya 'asayîbûnê' fikaran zêde dike 2020-06-07 09:45:01 ÎZMÎR - Sekreterê Giştî yê Odeya Tabiban a Îzmirê Lutfî Çamli, diyar kir ku biryara hikûmetê ya "Asayibûnê" fikaran zêde dike û wiha got: "Bi biryara hikûmetê ya 'asayibûnê' dixwazin hişê 'Her tişt ket rê' pêş bixin. Ev fikara ku dîsa vîrûs zêde belav bibe zêde dike."    Di vê pêvajoya ku her rojê nêzî 20 mirov bi şewbê dimirin û rojê -900-1000 kes bi şewba Covît-19 dikevin de, hikûmetê biryara "Asayîbûnê" da. Têkildarî biryara Hikûmeta AKP'ê Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Îzmirê Lutfî Çamli nirxandin kir. Çamli, anî ziman ku li gel hêj şewb belav dibe biryara “Asayîbûnê" mirovan dixe nava fikaran û wiha got: "Wekî ku îqtîdar nîşan dide hêj talûke derbas nebûye. Hêj pêla ewil bi dawî nebûye. Dibe ku li gorî berê kesên nexweş dikevin kêm bûbîn. Dibe ku hinek hêjmara miriyan kêm bûbe. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje her tişt ketiye rê û  asayî ye. Em dibînin ku di rojên dawî de dîsa serlêdan zêde bûne. Hêj kesên rewşa wan giran pir in û hêj mirov jiyana xwe ji dest didin. Mirov nikare bêje pêla ewil xelas bû.    MIDÛRIYETA TENDURISTIYÊ DAXWAZA ME RED KIR   Çamli, anî ziman ku ger ku tedbîr neyên girtin û asayîbûn bidome, dibe ku pêlek hîn mezintir derkeve pêş û wiha got: "Li şûna ku qedexe pêdî hêdî bêne rakirin, ji nişka ve qedexe rakirin. Dibe ku hefteyek şûnde dîsa hêjpar pir zêde bibe. Me Odeya Tabîban a Îzmirê, piştî pêvajoya şewba gerdûnî lijneya Zanistiyê ya ji akademisyenan pêk tê ava kir. Me xwest em û Midûriyeta Tenduristiyê ya Îzmirê bi hevre kar bikin. Lê Midûriyeta Tenduristiyê ev daxwaza me red kir. Li gorî agahiyên ku me xwe gîhandinê 501 xizmetkarên tenduristiyê bi şewbê ketine. Dibe ku ev hêjmar zêdetir be. Ji bo em xwe bigînin agahiyên rast xebatên me didomin. Em rêxistinek pîşeyî ne. Divê em bihêzanî xwe bigînin agahiyan. Lê li şûna agahiyan bi mere parve bike, bi serokê AKP'ê yê Bajar re parve dikin. Ev bêtir me dixe nava fikaran."    HÊVÎ DIKIM KU EM 10-15 ROJ ŞÛNDE RASTÎ REWŞEK XERABTIR NEYÊN    Çamli, destnîşan kir ku wan alîkarîya malzemeyê parastinê daye 240 Navendên Tenduristiya Malbatê û wiha bi dawî kir: "Karê ku Wezareta Tenduristiyê bike me dikin. Dîsa divê Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) şewba vîrûsa corona weki nexweşiya pîşeyî qebûl bike. Lê giştîname belav kir û şewb wekî nexweşiya pîşeyî qebûl nekir. Ji bo şewb wekî nexweşiya pîşeyi bê qebûlkirin xebatên me didomin. Ez hêvî dikim ku piştî pêvajoya "Asayîbûnê  10-15 roj şûnde em rastî tabloyek xerabtir neyên. Ji ber vê yekê divê tedbîr neyên sistkirin. Niha li serwîsên lezgîn dîsa hêjmara nexweşan zêde bûye. Welatî dikevin dorê. Çamli herî dawî xwest mafê xizmetkarên tenduristiyê bê parastin û destûr bi heq bê hesibandin. Dîsa xwest ku bijîşkên li cihê karê taybet mafê wan bê parastin.    MA / Sevda Aydın