Du bira di Çemê Dîcleyê de xeniqîn 2020-06-07 21:07:04 ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bira Ahmet û Hakan Ercan di Çemê Dîcleyê de xeniqîn.    Bira Ahmet û Hakan ên ji bo betlanê çûn Gundê Çemê Badulê û ketin ava Çemê Dîcleyê, di avê de xeniqîn. Bira Ahmet û Hakan Ercan ku li tenişta Kana Xîzê ketin avê, di avê de xaniqîn. Piştî bira di avê de winda bûn, cenazeyê bira Ahmet Ercan hat dîtin, cenazeyê Hakan Ercan jî hêj nehatiye dîtin û di avê de winda bûye. Yekineyên tenduristiyê bi ambulansê hatin cihê bûyerê û Cenazeyê Ahmet Ercan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lêgerîna cenazeyê Hakan jî ddome.