Li Rihayê 2 mezra, 2 tax û 5 avahî xistin qerantînayê 2020-06-07 22:45:33   RIHA  - Li 6 navçeyên Rihayê 2 tax, 2 mezra û 5 avahî ji ber vîrûsa Covît-19 xistin qerantînayê.      Li 6 navçeyên Rihayê ji ber vîrûs belav dibe û kesên nû bi vîrusê ketin, li 6 navçeyên Rihayê 2 tax, 2 mezra û 5 avahî ji ber vîrûsa Covît-19 xistin qerantînayê.  Li navçeyên navendî yên Eyyubiye û Hîlaliye û navçeyên din ên Wêranşar, Sîwerek, Bîrecîk û Curnê reş bi giştî li 6 navçeyên Rihayê 2 tax, 2 mezra û 5 avahî ji ber vîrûsa Covît-19 xistin qerantînayê. Li tax, mezra û avahiyên xistin qerantinayê çend kes bi şewbê ketine û rewşa wan çiye nehat parvekirin.