Fincê Akman: Ji ber kurê min Kurd e ceza kirin 2020-06-08 09:09:58 STENBOL - Dayika Yakûk Akman Fincê Akman, têkildarî cezakirina kurê xwe diyar kir ku ji ber kurê wê Kurd e hedef nîşan dan û bi îdeaya "Daristan şewitandiye" û "Endamê rêxistinê ye" cezayê muebetê lê birîne.    Di 19'ê îlona 2019'an de agir bi Daristana Aydos a Pendîka Stenbolê ketibû. Piştî agir bi daristanê ket, Ciwanê Kurd Yakup Akman ku wê demê li qada daristanê bû bi îdeaya  "Agir bi daristanê xistiye" binçav kirin û girtin. Akman 7 mehan girtî li 36’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat darizandin. Akman 4 caran derket pêşberî dadger. Dadgehê di 28'ê Nîsana 2020'an de bi îdeaya “Yekîtiya dewletê xera kiriye" û "Di çarçoveya endamê rêxistinê de daristan şewitandiye" 25 sal cezayê girtîgehê û 20 hezar tl cezayê pereyan lê birî. Dozger wêne, dîmen û parvekirinên li ser hesabê medya civakî delîl nîşan da û kir sedema cezakirinê. Dozger dîsa strana Seyda Perinçek a di telefona wî de qeydkirî kir seredema tawabariyê.    Dayika Akman Fince Akman, diyar kir ku kurê wê bê sûc e û tenê ji ber kurê wê Kurd e hedef hatiye nîşandan. Fincê Akman, diyar kir ku kurê wê karkerê tekstîlê ye û ji ber nexweş bû fabriqeyê ji bo bêhna xwe bide 3 rojan destûr dabû wî û wiha got: "Kurê min Yakup ji bo hinek hewa bistîne çû qada daristanê. Bang li motosikletekî kir û çû Daristana Aydosê. Li wir li cihekî rûniştibû. 2-3 metre nêzî wî 2 kesên din rûniştibûn. Wan 2 kesên din dar û ber kom kirine û agir pêxistibûn. Piştre agir belav dibe û daristan dişewite. Yakup hêj dema 10 salî bû carekê şewitî û ji ber vê yekê pir ji agir ditirse. Çawa agir dîtiye ji qada daristanê reviya ye. Çawa ku kurê min ji cihê şewatê reviya bang li yekîneyên Agirkujê kir. Piştî yekîneyên agirkujê û polîs diçin wir. Polîs ji bo îfadeya wî bistînin destê wî kelepçe dikin û dibin qereqolê.    Akman, diyar kir ku kurê wê li qereqolê jî îfade da ku dema biçûk bû bedena wî şewitî bû ji agir ditirse û ji ber vê yekê agir venemirandiye. Akman, da zanîn ku polîsan li GBT'a Yakup nerî û wiha got: "Polîsan pirsa 'Birayekî te çûye çiyê? pirsîn. Yakûb jî got Erê. Polîsan piştre got 'Bav, dayik û birayên te PKK’î ne. Ji ber vê yekê ut çûye wir. Tu rêveberê PKK'ê ye. Yakûb jî got ger ku ez PKK’î me û min agir pêxist çima ez li Agirkujê bigerim û bêjim werin agir vemirînin. Ger ku wisa bûye ezê bireviya ma. Piştî îfadeya Yakûb girtin ew binçavkirin û şandin girtîgehê. Ji ber ku em Kurd bûn em bi PKK'yî bûnê tawanbar kirin û ceza li kurê min birîn."    'EM EDALETÊ DIXWAZIN'    Fincê Akman, diyar kir ku kurê wê nexweş e û ji ber virûsa corona 3 mehin kurê xwe nedîtiye û wiha bi dawî kir: "Kurê min ceza heq nekiriye. Ji bo sûcê xwe veşêrin sûc avetin ser kurê min. Dibêjin vana PKK’î ne û me tawanbar dikin. Me neheq tawanbar dikin. Yakup pir ji daristanê hez dikir. Min got 'Maden agir bi daristanê ket tu bireviya. Te çima agahî da wan. Wî jî digot 'Min însanetî kir. Ji bo sewal, mirov û daristan ne şewitin min agahi da îtfaiyê.' Ma kurê min bi vê yekê tiştekî xerab kiriye?  Ger ku wîcdan, zagon, edalet û hiqûq hebe em li wê edaletê digerin. Em tenê edaletê dixwazin. Ji ber ku em Kurd bûn ev ceza birîn. Em dixwazin edalet pêk bê."      MA / Ferhat Çelik