Nexweşxane ava kirin, lê personel peyda nekirin 2020-06-08 09:11:51 STENBOL - Hikûmet bi armanca kêmasiya personelên Nexweşxaneya Bajar û Sahra yên li Stenbolê xistin meriyetê temîn bike, personelên nexweşxaneyên din kom dike û li van nexweşxaneyan bi chi dike. Lê vê carê jî nexweşxaneyên din ji ber personelên wan kêm dibe zahmetiyê dijîn. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Abuzer Aslan diyar kir ku bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nabe û wiha got: "Bi vê rêbazê dê nexweşxaneyên navendî vala bibin."  Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan bi sedema Şewba Vîrûsa (Covid-19) ferman da ku li Stenbolê Nexweşxaneyên Sahra û Nexweşxaneya Mûrat Dîlmened ava bike. Piştî nexweşxane hatin avakirin, Nexweşxaneya Sahra ya Prof. Dr. Feriha Oz a li Sancaktepeyê di 29'ê Gulanê de û Nexweşxaneya Prof. Dr. Murat Dilmener a Yeşîlkoyê jî di 1'ê Hezîranê de ji xizmetê re vekirin. Dîsa li gel nexweşxaneya Sahra, Nexweşxaneyên Başakşehir Çam û Nexweşxaneya Bajar a Sakura jî di 21'ê Gulanê de vekirin.  Nexweşxaneyên ku bi hezar pirsgirêkî hatin avakirin, niha jî pirsgirêka personelan heye. Nexweş ava kirin lê peronel jêre perya nekirin. Rayedarên hikûmetê ji bo personelên kêm temam bike çav berda nexweşxaneyên derdorê. Rayedar vê carê personelên nexweşxaneyên der û dore kom dikin û barê ser milê personelan girandir dirke.    CIHÊ 183 XIZMETKARÊN TENDURISTIYÊ GUHERTIN    Li gorî daneyên Şaxa SES'ê ya Şîşliyê ji Nexweşxaneya Alîkariya Ewil a Taksimê 48 hemşire û teknîsyenê rontgenê, şandin Nexweşxaneya Prof. Dr. Murat Dilmener. Dîsa ji Nexweşxaneya Çavan a Beyoglu jî 6 hekîm û ji nexweşxaneyên Herêma Anadolu jî 114 hemşire û 15 doktor ji bo demekê sewqî Nexweşxaneya Prof. Dr. Feriha Oz Acil Durumê kirin. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Şîşliyê Abuzer Aslan diyar kir ku bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nabe û wiha got: "Bi vê rêbazê dê nexweşxaneyên navendî vala bibin. Tenê ji bo li pêş çavan xuya bike û bi vê yekê propaganda xwe bikin ev nexweşxane ava kirin. Bi sewqkirina personelan a Nexweşxaneyên Sahra û Bajar dixwazin hundirê Nexweşxaneyên Navendî vala bikin. Ev nexweşxane tenê ji bo reklamê ne. Ji bo rê li pêş rantê vekin ev nexweşxane ava kirin. Li tevahiya Tirkiyeyê nêzî 623 hezar xizmetkarên tenduristiyê hene. Tê payîn ku hezar personelên tenduristiyê tayîn bikin. Îsal tenê 18 hezar xizmetkarên tenduristiyê hatin tayînkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nabe.      MA / Naci Kaya