OHD’ê derbarê şêwrimendê MHP’yî de gilî kir 2020-06-08 09:23:30 AMED – OHD’ê derbarê şêwirmendê parlamenterê MHP’yî Emre Soylû yê wêneyê îşkenceya li Emniyeta Amedê li M.E.C. hat kirin belav kir gilî kir. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê derbarê şêwirmendê parlamenterê MHP’ê Olcay Kilavûz, Emre Soylû yê ku wêneyê îşkenceya li Emniyeta Amedê li M.E.C. hat kirin û li ser medya civakî belav kir gilî kir. OHD’ê derbarê Emre Soylû de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û giliyê wî kir. OHD’ê ji dozgeriyê xwest Soylû bi sûcên “tahrîkkirina sûc”, “ragihandina sûc”, “deng an jî dîmen hêjayî dîtiye” û “bandora teşebûsa darizandina adilane” doza cemaweriyê veke. OHD’ê di daxwaznameya xwe gilîkirinê de da zanîn ku Emre Soylû xwestiye îşkenceyê meşru bike û ji ber vê yekê jî rûmeta kes hatiye şikandin.