Prof. Kaptanoglu: Ji ber îqtîdar lawaz bûye bi zextan tirsê pêş dixe 2020-06-08 10:47:31 ENQERE – Psikiyatrîst Prof. Dr. Cem Kaptanoglu, diyar kir ku îqtîdar bi zextên li kolanan pêş dixe dixwaze di nava civakê de tirsê pêş bixe û wiha got: "Ji ber ku civak ji kiryarên îqtîdarê ne razî ye, dixwaze bi tundî û zextan tirsê pêş bixe. Ger ku li dijî vê tirê pêşengê siyasî tune be dê di nava civakê de bê hevî û reşbînî pêş bikeve.    Hîndekarê Şaxa Zanistiya Psîkîyatriyê yê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Ozmangazî ya Eskîşehirê  Prof. Dr. Cem Kaptanoglu ku di serdema OHAL'ê de bi KHK'ê hat îxrackirin, der barê tundiya polîsan a li kolanan de nirxandin kir. Prof. Dr. Cem Kaptanoglu diyar kir ku di vê pêvajoya şewbê de bi zanebûn tundiya li kolanan zêde dikin û wiha got: "Bi zanebûn van dîmenên îşkenceya li kolanan belav dikin. Dixwazin bandorê li ser derûniya civakê zêde bikin. Dewlet û îqtîdar êdî ne bi riza civakê ne. Civak ji dewletê û îqtîdarê ne razî ye. Ji ber ku civak ji dewlet û îqtîdarê ne razî ye, îqtîdar dixwaze bi hukmê zor û tundiyê tirsê ava bike û li ser gel rejbînî û xemsariyê ava bike. Dixwaze tirsê pêş bixe û gel bê hevî bihêle. Sedema zêdebûna zext û tundiyan lawazbûna îqtîdarê nîşan dide."    Kaptanoglu, anî ziman ku li Tirkiye nêzî 10 salin pêvajoya tundiyê dest pê kiriye wihagot: "Bi taybetî pakêta ewlehiyê ku erka polîsan zêde kir û erk dan notirvanan, tundiya li kolanan bêtir xuya bû. Li aliyê din di her çalakiyê de em dibînin ku polîs çiqas helwestek hişk nişan dide. Ev tedbîr pir hişk û dijwar in. Kesên ku mafên wan ên xwezayî û zagonî heye daxuyaniyê bidin jî nikarin derkevin kolanê daxuyaniyê bidin. Ev zordestiya li ser ruhê wan bandore çê dike. Zordestiyek bi tirs e."    ÎQTÎDAR JI BER BÊÇARE YE ZORDESTIYÊ DIKE     Kaptanoglu, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de tundiya heyî nîşan dide ku îqtîdar çiqas ketiye zorê û lawaz bûye û wiha got: "Ev tundiya heyî bêçaretiya îqtîdarê nîşan dide. Wateya îqtîdarê zordarî û hêz e. Beyî tundî û zordestiyê nikare mirovan îkna bike. AKP’ê di navbera salên 2003-2005 an de polîtîkyên vekirin û pêşxketinê pêş xist. Di aliyê demokratikbûnê de piraniya civakê îkna bûbû. Îro çi hat guhertin ku AKP'ê polîtîkayên xwe guhert. Li şûna îknayê zordestî xist meriyetê. Ev nîşan dide ku dewlet û îqtîdarê baweriya xwe ya serkeftinê winda  kiriye û tundiyê dixe meriyetê.      Kaptanoglu  bal kişand talûkeya heyî jî û wiha got: "Êdî em dibînin di nava civakê de li hemberî vê tundî û zordestiyê elimandinek jî heye. Ev helwesta bêtir hêzê dide rejîma serdest. Divê mirov li dijî vê yekê bêtir hevîyê mezin bike. Divê hundirê heviyê tijî bike. Divê em nîşan bidin ku civak ne tenê ye. Divê hemû kesên daxwazên demokratîk tînin ziman di qadekê de bên cem hev û heviya xwe ya ku karin tiştekî bikin winda nekin."      MA / Selman Guzelyuz