Astengkirina kefenkirina cenaze: Divê oldar qiyametê rakin 2020-06-08 11:03:28 MÊRDÎN – Mele Fexrî Dogan diyar kir ku destûr nedane cenazeyê Serkan Tûtak ê li Omeriyan jiyana xwe ji dest da û got: “Nekefenkirina cenaze nayê qebûlkirin. Divê însan li dijî vê yekê qiyametê rakin.”   Li bajarên herêmê polîs û esker li aliyekî goristanan rûdixînin li aliyekî jî sepanên li ser cenazeyên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin didome. Polîs û leşker nahêlin ji bilî çend ferdên malbata cenazeyên endamên HPG’ê wekî din kes beşdarî merasîmê bibe û merasîmê cenazeyên wan asteng dikin. Di demên dawî de merasîma hemû cenazeyên bi vî rengî tên astengkirin. Herî dawî di 5’ê hezîranê de li herêma Omeriyan a a Mêrdînê pevçûn qewimî û Halîl Yildirim û Serkan Tûtak jiyana xwe ji dest dan. Sepanek jî li dijî cenazeyê Serkan Tûtak pêk hat.   Hat gotin polîsan destûr nedaye cenazeyê Serkan Tûtak were şûştin, kefennkirin û nimêja cenaze were kirin.   Sekrterê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Serokê Komeleya Oldaran a Mêrdînê Mele Fexrî Dogan sepana li dijî cenazeyan nirxand.   ‘DIVÊ QIYAMETÊ RAKIN’   Dogan da zanîn ku êrişa li dijî goristanan îsal zêde bûye û got: “Di îslamiyetê de rûxandina cenazeyan nayê qebûlkirin. Divê li gorî dînê îslamê ji gor û cenazeyan re hurmet were nîşandan. Di pevçûnan de bedenên însanan tên parçekirin û didin malbatên wan. Ehlaqek û hiqûqek şer jî heye. Divê aliyên şer vê yekê pişt guh nekin. Divê cenazeyan xera nekin. Piştî însanek dimire çar rêgezên ferz hene ku dikevin ser milê yên derdorê. Ferza van çar rêgezan kîfaye ye. Di dînê îslamê de neşûştina cenaze, nekefenkirina cenaze û nenimêjkirina cenaze nîne. Di her dîn û baweriyê de li gorî xwe cenazeyan vedişêrin. Berpirsiyarî ya neveşartina cenazeyan ya wan kesên asteng dikin û kesên bêdeng dimînin e. Divê oldar li dijî van sepanên li dijî cenazeyan qiyametê rakin. Em hemû berpirsiyarên vê yekê ne. Em di vê mijarê de Diyanetê jî rexne dikin. Divê Diyanet li dijî van sepanan daxuyanî bide û bêdeng nemîne.”     MA / Ahmet Kanbal