Dozger cezayê girankirî ji Yilmaz ê hejvîna xwe şewitand re xwest 2020-06-08 12:43:20   AMED – Derbarê Can Yilmaz ê hevjîna xwe Gullu Yilmaz kuşt de doz hat vekirin û cezayê muebeta giran û heta 20 salan ceza tê xwestin.   Li navçeya Erxenî ya Amedê di 17’ê cotmea 2019’an de Can Yilmaz (35) hevjîna xwe Gullu Yilmaz bi hêceta li qoltixê pêş ê wesayîta swewîsê rûniştiye şewitandibû û ew kuştibû. Gullu Yilmaz dayika 3 zarokan bû. D. Yilmaz (9) ku şahidiya bûyerê kiribû jî birîndar bûbû. Gullu Yilmaz li nexweşxaneyek dihat dermankirin û piştî dermankirina 12 rojan jiyana xwe ji dest da. Can Yilmaz ê kujer jî piştî 11 rojan hatibû girtin   Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Can Yilmaz de lêpirsînê da destpêkirin û temam kir û îdianame hazir kir. Dadgeha Sizaya Giran a 27’emîn a Amedê îdianameya dozgeriyê pejirand û danişîna dozê dê di 14’ê îlonê de were li darxistin. Derbarê Yilmaz de cezayê muebeta giran û heta 20 salan ceza tê xwestin.