Di Gulanê de mafê jiyana 203 kesan ji destê wan hatiye girtin 2020-06-08 14:40:58 ENQERE - Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu rapora binpêkirina mafê jiyanê ya Gulanê aşkere kir. Tanrikûlû, diyar kir ku di meha Gulanê de mafê jiyana 203 mirovan ji destê wan hatiye girtin.    Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê û Wekilê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Sezgin Tanrikulu, rapora binpêkirina mafê jiyanê ya mega Gulanê aşkere kir. Tanrikulu, diyar kir ku di gulanê de mafê jiyana 203 kesan ji destê wan hatiye girtin û wiha got: "Di Gulanê de 203 kesan jiyana xwe ji dest dane. 1 kesî bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekiriye hatiye kuştin. 20 kesan di şer de, 1 kes bi guman, 1 kas di şerê sivîl de, 3 kes li girtîgehan, 21 jin ji aliyê mêr ve, 156 kes jî di cînayetên kar de bi giştî 203 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Dîsa 209 kes hatin îşkencekirin 78 kes jî muameleya xerab li wan hat kirin. 6 hevşaredar, endamê meclîsê û keya ji peyvirê hatin girtin. 53 hevşaredar, endamên meclîsê û rêveberên partiyê hatin binçavkirin û girtin. 5 hevşaredar hatin darizandin. 3 avahiyên partiyê polîsan bi ser wan de girt. 182 kes jî hatin binçavkirin û girtin.