Polîsan xwest ciwanê HDK'î birevînin 2020-06-08 16:49:45   ENQERE - Polîsan li Kizilay a Enqereyê xwest endamê Meclîsa Ciwanan ê HDK'î Tunahan Gozlugol birevînin. Gozlugol, daxuyanî da û diyar kir ku piştre bi telefonê lê geriyan û gef li wî xwarin.    Endamê Meclîsa Ciwanên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tunahan Gozlugol ku polîsan xwest wî birevînin û gef li wî xwarin têkildarî helwesta polîsan li Navenda Giştî ya SES'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û nûnerên rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê jî tev li civînê bûn. Li ser navê rêxistinên ciwanan Zeynep Tan axivî û wiha got: "Polîs tundiya xwe her ku diçe zêde dikin. Li kolanên Enqereyê jin, ciwan, LGBTİ+ dema çalakiyan li dar dixin. Dîsa dema li dijî tundiya li ser vîna gelê Kurd çalakî tên lidarxistin, em rastî tundiya zêde ya polîsan tên. Li DYA polîsan George Floyd kuşt. Em dibînin ku li hemû cîhanê  polîs û dewleta ku piştgiriye dide polîsan li dijî jiyanê ne. Li Tirkiyeyê ciwanê penaber Alî ji aliyê polîsan ve hat kuştin. li Zeytinburnu destê zarokan li pişt wan kelepçe kirin. Li Nisêbînê bi çekan pera zarok dan. Bariş Çakan ji ber bi kurdî stran got hat kuştin. Niha dixwazin ser van bûyeran veşêrin. Niha jî li kolana Yukselê rêya endamê Meclîsa Ciwanan ê HDK'ê Tunahan Gozlugol birîn."      Piştre Tunahan Gozlugol daxuyanî da. Gozlugol, diyar kir ku polîsan li Kolana Kizilayê ya Enqereyê ew rawestand û nasnameya wî di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin û wiha got: "Xwestin ez li kolanê rawestim. Gotin 'Em ê bi tere bi axivin. Min got ev ne hiqûqî ye. Lê ji ber tu tiştek negotin min got tiştek tune ezê biçim. Ez ber bi metroyê ve meşiyam. Piştre ez çûm û polîsan jî da pişt min. Ez şopandim. Dema ez şopandim ez tacîz kirim.  Heta metroyê ez şopandim. Dema ez ketim metroyê li milê min xistin û ez atseng kirim. Lê min xwe avêt metroyê. Dema ez ji metroyê daketim nûrameyek ku min nas nedikir li min geriya û gef li min xwar.    Li ser navê Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD) Prz. Anil Arman Akkuş, jî anî ziman ku piştî polîsan pê li stuyê Floyd kirin, Polîsên Enqereyê jî heman rêbaz pêş xistin. Dema pê li stuyê mirovan dikin dikarin wan bikujin. Polîsên vê rêbazê pêş dixin kuştina wan armanc dikin.    Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê jî bang li kesên mafê wan tên binpêkirn kir û xwest li dijî van pêkanînan serî li Şaxa ÎHD'ê bidin.