Li Amedê 6 kes hatin girtin 2020-06-08 19:31:18       AMED – Li Amedê ji 7 kesên hatibûn binçavkirin 6 jê hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Duh, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Eşref Mamedoglû, Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Ramazan Dengîz, endama Komeleya Jina ya Rosayê Gulîstan Nazlier, rêveberê HDP'ê yê berê Hasan Kale, Serokê Şaxa Jimare 1 a Genel-Îş'ê Hasan Hayrî Eroglû, hevşaredarê berê yê Şaredariya Rezanê Eşref Guler hatibûn binçavkirin. Kesên navbirî îro sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.   Her wiha endama Komeleya Jina ya Rosayê Sûzan Îşbîlen jî ji ber nexweşîna xwe bi şertê kontrola edlî hat berdan.