Li Şaxê teqînek çêbû: 2 mirî, 8 birîndar 2020-06-08 21:45:19   WAN - Li herêma Belbûka ya di navbera gundê Xumar û Giresorê yên navçeya Şaxê de, teqînek çêbû. Hat diyarkirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.    Li herêma Belbûka ya di navbera gundê Xumar û Giresor ên navçeya Şax a Wanê de teqînek çêbû.    Walîtiya Wanê der barê teqînê de daxuyanî da. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li herêma zozana Belbûkayê di dema derbasbûna wesayîta ku di çêkirina rê de dişixulî teqînek çêbûye û di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.    Hat ragihandin ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê û li herêmê operasyoneke dorfireh hatiye destpêkirin.