Çima karbidestiya notirvanan tê zêdekirin? 2020-06-09 09:18:22 EDENE - Seroka Duyemîn a ÇHD'ê Umît Buyukdag, zêdekirina karbidestiya notirvanan nirxand û got, îqtidar ji bo çalakiyên civakiyî yên wekî Geziyê bitepisîne erkên notirvanan zêde dike. Seroka Duyemîn a Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Umît Buyukdag, pêşnûmaya qanûna ji bo zêdekirina karbidestiyanotirvanan ku berpêşî meclîsê hatiye kirin nirxad.   Buyukdag, anî ziman ku hêzên dewletê ne ewlehiya gel ewlehiya dewlet û îqtidara siyasî pêk tînin û got: "Ji bo mihafizekirina vê jî her cure sûc tê kirin. Xwezaya saziya polîstiyê ji dema qesabê Lyonê Joseph Foûche ve wisa ye; li ser asasê sûckirina li dijî gel hatiye avakirin. Li cem me jî saziya polîstiyê ji bo parastina dewletê ye. Muxalifên siyasî û tevgerên civakiyî bi şideta polîsan re rû bi rû dimînin, ev ne tiştekî nû ye. Şideta ku welatî pê re rû bi rû dimînin wekî tiştekî nû be heyr dimînin. Ev hewldana sîstematîk ku di bîra welatiyan de wekî 'polîs pîroz e' hatiye pesinadin; ji bo awayê asayî yê şideta polîsan e."   ARMANC ASTENGIYA SERÎHULDANA YE   Buyukdag, anî ziman ku divê mirov lê hûr bibe ku ji bo çi pêdiviya dewletê bi saziya notirvantiyê çêdibe û got, bi fikara ku dibe di pêş de "serîhildanên civakiyî" yên wekî çalakiyên Geziyê rû bidin, bi notirvaniyê ji niha ve vê ewlehiyê qewîn dike. Buyukdag, anî ziman ku îqtidar dixwaze şidetê bike tiştekî ji rêzê û got: "Loma divê mirov tenê bi çavê artêşa biheq a AKP'ê li notirvanan mêze neke. Di heman demê de ev xwestekeke taybet a dewlet û sermayeyê ye jî. Ji destê wan bê wê notirvanan deynin ser taxê, her kuçeyê û ber her deriyî. Di warê aborî de li gor polîsan barê notirvanan siviktir e. Ji karên asayîşê bigire hemû karên ku ji bo polîsan wekî karine angaryayî ne amûreke bikarbar in. Ji ber ku kêfîtî û bêhiqûqîtî distûra dewletê ye di salên dawî de pir zêde bûye. Loma tu bikî nekî wê di warê şideta dewletê de di asta herî jor de bin. "   POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Buyukdag ku got "Şideta polîsan, şideta dewletê ye û ev şideteke bêsînor e. Mînaka herî rojane DYA ye. Êdî ji ber ku hew hat îdarekirin cîhanê li Mîneapolîsan hovîtiya polîsan dît. Halbûkî dewleta DYA'yê her sal bi destê polîsan bi sedan welatiyî dikuje. Di serî de çermsor, kesên bêmal û koçber" anî ziman ku li Tirkiyeyê dozên polîs pê tên darizandin darizandineke rasteqîn tuneye.   Buyukdag, got: "Polîs dikare înfaz bike, dikare îşkence bike lê ceza lê nayê birîn. Polîs dikare kurdan bikuje, lê nayê cezakirin. Polîs di trafîkê de kare mirovan bikuje lê cezayê lê nayê birîn. Ev helwesta hevpar a Wezareta Dadê û Wezareta Karên Navxweyî ye. Hema bêje mînakeke berbiçav tuneye ku polîsa li gor qanûnan hatibin darizandin û cezakirin. Loma notirvanê polîtîkaya bêcezatiyê jî daraz e."   Buyukdag, destnîşan kir ku li welatekî ku polîs li gor qanûnê tev nagerin niha peyama ku hûn û wijdanê notirvanan tê dayîn û got: "Karakterê Mûrtezayê Notirvan ruhê rasteqîn ê polîsê tirk e. Heger em li hiqûqê bigerin em vê bînakê bibîr bînin bes e."   MA / Hamdûllah Kesen