Li Amedê di operasyona leşkerî de şer derket 2020-06-09 10:08:58   AMED - Hat diyarkirin ku di operasyona ku di navbera navçeyên Licê, Hezro, Farqîn û Pasûrê de hatiye destpêkirin de şer derketiye.   Îro serê sibehê li herêmeke di navbera navçeyên Licê, Hezro, Farqîn û Pasûrê yên Amedê de operasyoneke leşkerî dest pê kir. Hat diyarkirin ku li herêma operasyonê şerek dijwar rû da. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, herêma di navbera gundên Godernê, Şêlima û Malê Çalê de bi helîkopterê hatiye gulebarankirin.   Hat hînbûn ku hê jî şer li herêmê didome.