DEDEF’ê ji bo parêzerên di rojiya mirinê de ne findan pêxistin 2020-06-09 12:07:31 DERSIM – DEDEF’ê ji bo parêzer Aytç Unsal û Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza adilane were darizandin û edaletê di rojiya mirinê de ne li Kaniyên Dersimê çira pêxistin. Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) li Kaniyên Mûnzûrê ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ku bi armanca daxwaza darizandina adilane û edaletê di rojiya mirinê de ne daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bêedaletiya we hewaleyî Baba Mûnzûr dikin” hat vekirin.   ‘EM Ê LI MÛNZÛRÊ AVÊ VEXWIN’    Serokê Giştî yê DEDEF’ê Alî Haydar Ben daxuyanî da û da zanîn ku wan ji bo parêzer Aytaç Unsal û Ebrî Tîmtîk li Kaniyên Mûnzûrê çira pêxistine. Ben xwest daxwaza parêzeran a darizandina adilane pêk were û werin berdan û got: “Dema em çûbûn serdana Hêlîn Bolek, wê gotibû ‘Berxwedana min wê bi serkeftinê biqede û hûnê min bibin Mûnzûrê û ez ê li Mûnzûrê av vexweim.’ Lê me nikaribû em Hêlîn bibin Mûnzûrê û pê avê neda vexwarinê. Îro me ji bo bîranîna wan findên xwe pêxist. Lê bele em ê bi hev re Ebrû û Aytaç bidin jiyandin û bi hev re biçin li Mûnzûrê avê vexwin.”