Li Efrînê 11 sivîl ji bo fîdyeyê hatin revandin 2020-06-09 12:38:04 NAVENDA NÛÇEYAN – Komên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku di bin kontrola TSK’ê de ne, li Efrînê herî kêm 11 sivîlan ji bo fîdyeyê revandin.   Komên paramîllîter ên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ku di bin kontrola TSK’ê de ne, her roja ku derbas dibe sûcên ku li Efrînê dikin zêdetir dikin. Hat hînbûn ku Koma Cebhet El Şamiye, li gundê Raco yê navçeya Mabetayê ya Efrînê, welatiyên bi navê Elî Hemo, Husên Şêxo, Ezîz Şêxo, Betal Mihemed Şêxo, Heysem Remzî Hecî Hemo, Henîf Arif Şerê, Mihemed Birîm û Henîf Henan ji bo fîdyeyê revandine. Henîf Henan û Mihemed Birîm ji berk u xizmên wan fidye dane hatine berdan û aqûbeta yên din nayê zanîn.   Li gundê Meîmîla yê heman navçeyê jî Koma Fatîh Sûltan Mehmet, welatiyên bi navê , Lawend Umer Simo (20), Mihemed Menan Birîm (32) û Ciwan Şukrî Umerî (20) revandin. Agahî ji her sê kesan jî nayê girtin. Rayedarên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, ragihandibû ku komên gotina mijarê ne ji sala 2018’an ve li dijî hezar û 564 jinan sûc kirine.