Nexweşê pençeşêrê: Ku kes dengê min nebihîze ezê bimirim 2020-06-09 12:45:25   ÎZMÎR - Girtiyê nexweşê pençeşêrê Mehmet Salih Filiz ku di hucreyê de tê girtin, diyar kir ku ger kes dengê wî nebihîze dibe ku bimire û wiha got: "Ger kes dengê min nebihîze dibe ku ez bimirim. Di 1'ê Hezîranê de ez bi zorê birim nexweşxaneyê. Bijîşk ewil got 'Divê ev kes bê berdan'. Lê piştî telefonek jêre hat gotina xwe guhert.    Girtiyê nexweşê pençeşêrê Mehmet Salîh Fîzîl ê li Girtîgehat Tîpa T a Odemîşa Îzmirê girtî ye, rewşa tenduristiya wî giran e. Fîlîz ku bi nexweşiya pençeşêra rovîyan e, di heman demê de bi nexwişyên hestiyan û tuberkulozê ye. Filiz têkildarî rewşa tenduristiya xwe û nêzîkatiyên li dijî xwe bi telefonê bi malbatê re parve kir. "Di 1'ê Hezîranê de bêyî daxwaza min ez birim nexweşxaneyê. Li gel ku li Nexweşxaneya Odemîşê Polîklînika Gastroenterolojî tune ye ez birim nexweşxaneyê. Di qada fîzîkî de bijîşkê min muayine bike tune bû. Dema ez birim nexweşxaneyê, bijîşk bi min eleqeder nebûn. Sirf ji bo rapora heyetê binivîsin ez birim nexweşxaneyê. Ji bijîşkan yekî got 'Divê ev girtî bê berdan' Lê piştî telefonek hat bijîşk fikra xwe guhert. Min sedema vê yekê fam nekir. Piştî ez ji nexweşxaneyê vegeriyam ez xistim qerantînayê. Li odeyê kêzik hene. Her der qirêj e. Gotin dê hevalekî min ê qawîşê bişînin cem min. Lê kes neşandin. niha ez li gel kalekî dimînim. Ew kal nikare li xwe binere, dê çawa li min binere. Ez di qerantînayê de di şertên qirêj de dimînim. Ger ku kes dengê min nebihîze, dibe ku ez bimirim."