5 kesên sewqî edliyê kirin dîsa binçav kirin 2020-06-09 13:15:49 SEMSÛR - Polîsan li Semsûrê di 5'ê Hezîranê de bi hinceta delegeyê KCD'ê ne, 5 endam û rêveberên HDP'ê û Egîtîm Senê binçav kiribûn. 5 kesên ku îro sewqî dadgehê kirin, bi hinceta îfadeya wan nehatiye girtin dîsa sewqî midûriyeta polîsan kirin. Dozger xwest 4 rojên din di bin çavan de bên gitin. Polîsan di 5'ê Hezîranê de li Semsûrê di navde Hevserokê HDP'ê yê berê Abuzer Kuçukkelepçe, rêveberê HDP'ê yê berê Riza Açikpayam, Rêvebera Egitim Senê ya berê Ayşegul Yucetaş, Serokê Komeleya Elewiyên Demokratik yê Semsûrê Celal Demîrcî û Ebru Gungor Çul, binçav kiribûn. Polîsan 5 kesên piştî 4 rojan di bin çavan de man, sewqî dozgeriyê kirin. Lê dozgeriyê bi hinceta îfadeya 5 kesan nehatiye girtin, dîsa sewqî Midûriyeta polîsan a Semsûrê kirin û xwest 4 rojên din dibin çavan de bên girtin. Delegeyên KCD'ê ku hatin binçavkirin, delegebûna wan a KCD'ê sûc hat dîtin.