Li peşiya Seferatxaneya Amerîkayê şermezarkirina Floyd 2020-06-09 13:39:05   STENBOL – Kuştina George Floyd, li pêşiya Seferatxaneya Amerîkayê ya li Sariyerê hat şermezarkirin.   Kuştina George Floyd a li bajarê Mînneapolîsê ya bi destê polisê spî Derek Chaûvîn, li pêşiya Seferatxaneya Amerîkayê ya li navçeya Sariyerê ya Stenbolê hat şermezarkirin. Çalakiya şermezarkirinê ji aliyê endamên Sendîkaya Karkerên Şoreşger ên Rêyên Bejahî, Hewa û Hesên a Tirkiyeyê (Nakliyat-Îş) ve hat lidarxistin û di çalakiyê de pankarta “Amerîkaya qatîl, Trûmp ji welatê me û Rojhilata Navîn biteqize, em li cem çîna karker a Amerîkayê ne û gelê Amerîkayê ne bi tenê ye” vekirin. Di çalakiyê de li dijî Amerîkayê dûrişmeyên mîna “Amerîkaya qatîl ji Rojhilata Navîn biteqize” û “Çîna karker a Amerîkayê ne bi tenê ye” hatin berzkirin.   PIŞTEVANIYA AMERÎKIYAN KIRIN   Di çalakiyê de Serokê Giştî yê Nakliyat-Îş’ê Alî Riza Kuçukosmanoglû axaftineke kir. Kuçukosmanoglû, diyar kir ku ji roja ku Floyd hatiye qetilkirin ve li gelek bajarên Amerîkayê karker û gel li dijî pergala Amerîkayê ku li ser zilm û neheqiyan hatiye avakirin dengê xwe bilind dikin û û wiha got: “Bi hezaran amarîkî li dijî birçîbûn û neheqiyê qîr dikin. Li gelek welatan karker piştevaniya çalakiyên karkerên Amerîkayê dikin. Em jî di vê çarçoveyê de hem hêrsa xwe li dijî emperyalîzma Amerîkayê qîr dikin û hem jî nîşan didin ku em bi karkerên Amerîkayê re di nav piştevaniyê de ne.   Çalakî bi berzkirina dûrişmeyan bi dawî bû.