Jinên HDP'î: Emê li her derê bin 2020-06-09 14:13:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên HDP'î, li gelek bajaran di daxuyaniyên dan de, peyama ewê li dijî qeyûm, îstîsmar, tundiya li dijî jinê û êrîşan di nava têkoşînê de bin dan.  Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya  mehekê ya li dijî êrîşên li ser qezencên jinan da bû destpêkirin de, li gelek bajaran çalakî û daxuyanî li dar xist.      DERSIM    Meclîsa Jinan HDP’a Dersimê têkildarî êrişên li ser destekftiyên jinan, îstîsmar û tundiya li ser jinan li Kuçeya Hunerê daxuyanî da çapmeniyê û pankarta “Em li dijî îstîsmar, înfazê û qeyûman hene û têkoşîna jinan li her deverê ye” hat vekirin.   ‘EM Ê LI HER DEVERÊ BIN’   Endama Meclîsa HDP’ê Hêlîn Yagmûr Ucî daxuyanî da û da zanîn ku bi destê tifaqa AKP-MHP’ê bi destê qeyûman mafê hilbijartin û hilbijêr yên gelê kurd tune tê hesibandin û darbe li vîna gel dixin. Ucî betalkirina parlamenteriyê ya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari şermezar kir û got: “Me her tim bedelên giran daye. Têkoşîna jinan dikin armanca xwe. Ji ber em li dijî êriş û armanca wan faşîst li ber xwe didin êrişî ser me dikin û dest datînin ser îradeya me û destkeftiyên me. Çi dikin bila bikin wê jin têbikoşin û li her deverê bin. Her wiha em ê li dijî qeyûman, îstîsmarê, yasaya înfazê û tundiya li ser jinan li Meclîsê, kuçeyê, malan, taxana, meydanan, fabrîqeyan, kargehan û bajaran yanî li her deverê têbikoşin û xwe birêxistin bikin.”   ŞIRNEX    Jin li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê hatin gel hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de dawîzên "Em jinek jî kêm nebin”, “Têkoşîna jinê li her derê ye” û “Qanûna Înfazê dijmanatiya li dijî jinê ye” hatin vekirin.     Ji rêvebara HDP'ê Zozan  Aksû, daxuyanî da û wiha got: "Bila tifaqa AKP û MHP'ê baş zanibe ku, emê tu carî mafên ku me qezenc kirine bi dest wan ve bernedin. Em jin dizanin ku em bi hevre bi hêzin. A ku me bide jiyîn piştevaniya me û têkoşîna me ye."   Di dawiya daxuyaniyê de jinan dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî” ve “Em bêdeng nabin, natirsin û emê koledariyê nekin" berz kirin.   RIHA    Meclîsa Jinan a HDP'ê û Aktîvîstên TJA'yê li Rihayê jî heman daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de parlamentere HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û wiha got: "Emê têkoşîna xwe dewam bikin. Ew çi bikin bila bikin wê nekarin hirsa û bertekên jin û gelan kêm bikin."   Piştî daxuyaniyê dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" hat avêtin.   SEMSÛR    Li Semsûrê  jî jin li avahiy a HDP'ê hatin gel hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Ji rêveberên HDP'ê Yeşîm Akgul, diyar kir ku li ser televîzyonan hewl didin ku îstîsmara zarokan meşrû bikin û wiha got: "Vîna jin û gelê kurd xesp kirin. Qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Êrîşî jinên têkoşîna jinan bi rêve dibin kirin. Cenazeyên zarokên dayikên kurdan di kargoyan de ji wan re şandin. Lê  çi dibe bila bibe emê teslîm nebin û dest ji têkoşîna xwe bernedin."   Piştî axaftina Akgul daxuyanî bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.