Kesê destdirêjiya zarokekê kir hat girtin 2020-06-09 16:46:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yenîşehîrê, ajokarê teksiyê Azîz K., ê tacîz û destdirêjiya 2 zarokan kir hat girtin.    Derket holê ku li Navçeya Yenîşehîr a Amedê, ajokarê teksiyê Azîz K. destdirêjiya  zarokek 4 salî û tacîzî zarokek 13 salî kiriye. Li gorî nûçeya JINNEWS'ê, zaroka 13 salî piştî bûyer ji malbata xwe re vegot, bûyer derket holê. Malbatê li ser vê yekê gilî kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Azîz K. de lêpirsîn vekir. Azîz K. ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin û ji ber sûcên "êrîşa zayendî ya li dijî zarok","destdirêjiya li dijî zarok" hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Amedê.