ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-10 09:00:06 * Dema dawî ya serlêdana li Dadgeha Qanûna Bingehîn a ji bo betalkirina Qanûna Înfazê di 15'ê Hezîranê ye. Hevseroka Giştî ya OHD'ê Ayşe Acînîklî, ji bo betalkirina qanûnê bang li CHP'ê kir ku demildest serî li AYM'ê bide.  * Hevserokê Şaxa SES a Edeneyê Enîs Akyuz, anî ziman ku barê saziyên tenduristiyê yên sereke girantir bûye û got: "Şewb kir ku qîmeta kedkarên tenduristiyê bê famkirin. A dixuyê ev e. Lê belê di asasê xwe de bû sedema ji destderketina hin mafan."    * Welatiyên Gundê Lîcokê ya Lîceya Amedê diyar kirin ku eskeran dema bi ser gundê wan de girtin li gund 6 gor rûxandin.    * Li Çiyayê Kato çar demsal jî xweş in. Li lûtkeya Kato her tim berf heye, niha dema biharê ye û bi belekiya berfê û kulîlkên biharê xemiliye. Ev dever hêjayî dîtinê ye.   *  Emîne Tan ku li Pirsûsê nav zeviya îsotan dixebite, diyar kir ku zarokên xwe li nav zeviyan mezin kiriye û bi van gotinan bal kişand ser zehmetiyên ku dikişîne: “Em gelek diwestin. Dest, pê cihekî me yê ku naperite namîne.”   * Serokê ZMO'yê Samed Ûcaman ku bal kiaşnd ser pirsgirêkên di warê çandinî û sewalvaniyê de, xwest gavine pratîk bên avêtin û got: "Çandinî tunebe jiyan jî tuneye. Divê liv û tevgereke bi vê bîrbiriyê hebe."    * Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç bal kişand ser daxuyaniyên ji bo "asayîbûnê" û got, biryar li gor fikarên siyasî û aborî hatine girtin.    * Wekilên HDP'ê ji bo Meşa Demokrasiyê ku ji Edîrne û Colemêrgê bimeşin Enqereyê banga tevlêbûnê kirin. Wekilan xwest hemû kesên alîgirê heq, hiqûq, edalet û demokrasiyê tev li meşê bibin.    * Li Heskîfê cihê bi navê Qesra Biçûk a 900 salî jî di bin Bendava Ilisûyê de ma.    * Li Enqereyê 103 qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê dê li cihê teqînê bên bibîranîn. (10.00)   * Şandeya HDP'ê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de dê navendê giştî yên TÎHV, TTB û TMMOB'ê serdan bikin. (10.00 - 15.30)   * Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê dê têkildarî serdegirtina komeleya wan a li Amedê û binçavkirina rêveberên xwe li avahiya komeleyê ya li Aksarayê şermezar bike. (11.00)   * Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê têkildarî rojevê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'a Stenbolê bi dirûşma "Jin li her derê ne" ku kampanya dan destpêkirin, dê li Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (19.30)