Li Çiyayê Kato demsala biharê ye 2020-06-10 09:20:58 ŞIRNEX - Li Çiyayê Kato çar demsal jî xweş in. Li lûtkeya Kato her tim berf heye, niha dema biharê ye û bi belekiya berfê û kulîlkên biharê xemiliye. Ev dever hêjayî dîtinê ye.   Çiyayê Kato girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ye û 2 hezar û 900 mîtro bilind e. Erdnîgariya Çiyayê Kato bi nav û deng e. Çiyayê Kato heta çoltera Colemêrgê dirêj dibe. Niha li Çiyayê Kato dem dema biharê ye. Li aliyekî berf dihele, li aliyekî ava cemidî û li aliyekî jî biharek sar lê heye. Ji bin belekiyên berfê ava qerisî dixûlxûl e û diherike û tê li qûntarên çiyê dibin golên avê. Kulîlkên bi rengên cuda li derdora vê ava cemidî û belekiyên berfê merivan kêfxweş dike.   Sosin û beybûnên ku bi bêhna xweş li derdorê şîn bûne dîmenên balkêş û xweşik derdixe holê. Berfînên ku di nava belekiyên berfên de jî şîn bûne xweşikiya xwe dixin ber objektîfên me. Bi germbûna hewayê re her roj bi sedan însan diçin serdana xweşikiya Çiyayê Kato û kêliyek bêhna xwe lê ber didin. Gelek wealtî jî diçin çiyê û pincarê berhev dikin û her wiha ew devera xweş warê Koçeran e û pezê xwe lê diçêrînin.   MA / Mujdat Can