Dr. Yavîç: Biryara 'asayîbûnê' gaveke siyasî û aborî ye 2020-06-10 09:24:25 WAN - Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç bal kişand ser daxuyaniyên ji bo "asayîbûnê" û got, biryar li gor fikarên siyasî û aborî hatine girtin.  Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Huseyîn Yavîç, encamên piştî daxuyaniyên ji bo "asayîbûnê" nirxandin.    Yavîç, anî zziman ku ji ber fikarên siyasî û aborî ev pêvajo dest pê kiriye û got, bi taybetî jî vekirina AVM'yan, rakirina qedexeya çûnhatina navbajaran hwd. wê bibbin cihê xetereyeke mezin.    XETERE ZÊDE DIBE    Yavîç, bilêv kir ku sedema biryara asayîbûnê fikarêns iaysî û aborî ne û got, divê ev biryar ji nû ve bê nirxandin.   Yavîç, got: "Li gor me ev biryar şaş e. Em dixwazin ev biryar ji nû ve bên nirxandin. Ji 1'ê Hezîranê ve pêvajoya asayîbûnê hatiye ragihandin. Pakêt bi pakêt tê daxuyandin. Em Odeya Bijîşkan û TTB, fikar me ew e ku ev biryar zû hatiye girtin. Di pêvajoyeke ku pandemî didome de girtina biryarên bi vî rengî piranî ji bo fikarên siyasî û aborî hatine girtin."    XETEREYA PÊLA DUDOYAN    Her wiha Yavîç bal kişand ser hejmara pêketiyên li Wanê jî. Yavîç, birbîr xist kuw ê di 15'ê Hezîranê de çînhatina sdi deriyên sînoran de bibe wekî berê û îşaret bi rewşa Îranê kir ku ji nû ve hejmara kesên bi şewbê dikevin zêdetir dibe. Yavîç, bilêv kir ku ev yek ji bo Wanê xetreyeke mezin e û got: "Heger pîvan esas neyên girtin wê hejmara zêdetir bibe. Me ev yek li Wanê dît. Li Taxa Ortancayê şînek hat danîn, li Taxa Emînpaşa şîn hatin danîn. Ji ber vê hejmara pêketiyan 500'î derbas kir. Ev jî nîşan dide ku heger pîvan esas neyên girtin wê hejmar zêdetir bibe û wê pêla duyemîn dets pê bike."    MA / Bariş Donmez