Endamê Meclîsa HDP’ê Kalkan hat binçavkirin 2020-06-10 09:49:09 MÊRDÎN – Li Mêrdînê endamê Meclîsa HDP’ê Emrûllah Kalkan hat binçavkirin.  Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsan bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Emrûllah Kalkan de girtin. Hat zanîn ku dema polîsan Kalkan binçav kiriye îşkence û heqaret lê kirine. Hat zanîn ku polîsan li ser ferdên ên malbatê tundiyê kirine, destê xwe xistine qirika wan û ji wan re gotine “Em dewlet in em ne vala hatine.”    Hat zanîn ku derbarê Kalkan de cezayê wî berê hatiye pejirandin û wî birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Pişt re ji bo biryara cezayê lê hatiye birîn li rûyê wî bixwînin dê bibin Dadgeha Mêrdînê.