'Kêliya hilweşîna peykerê Colston pir xweş bû' 2020-06-10 11:33:04 EQERE - Çalakgerên Brîstolî yên ku peykerê Bazirganê Koleyan Edward Colston hilweşandin, kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: "Kêliyê hilweşîna peyker pir xweş û muhteşem bû. Peykerê ku ji bo bê rakirin bi salan me îmze kom kir, me bi destê xwe hilweşand. Hêrsa bi salan kom bûbû li vir derket holê."     Li DYA piştî polîs çonga xwe danî ser stuyê George Floyd û ew fetisand, çalakî belav bûn. Qêrîna George Floyd a “Ez nikarin nefesê bistînim" gelê DYA rakirin ser piyan û çalakiyên girseyî hatin li dar xistin. Li DYA çalakî di roja 15'an de berdewam dikin. Li Îngîlîstanê jî çalakiyên li bajarê Bristolê yên “Jiyana reşikan girîng e" (Black Lives Matters-BLM)” derketin pêş. Şêniyên bajarê Brîstolê yê ku heta sala 1515’an bazirganiya koleyan lê dihat kirin, peykerê Bazirganê Kolmeyan Edward Colston bi dirûşm û çepikan hilweşandin. Welatiyan, peykerê Colston ê ku kole ji Efrîqa dianîn Îngîstanê bi kêfxweşiyek mezin avêtin Çemê Avonê.    Li Belçika jî rayedarên Bajarê Anversê, piştî çalakî pêş ketin, neçar man ku peykerê Kral 2. Leopord yê ku bi remza kolonîst û zilma li reşikan kiribû dihat nasîn rakirin. Xwendekarên Zanîngeha Oxfordê jî ji bo peykerê Cecil Rodos ê mêtînger bê rakirin çalakiyên xwe berdewam dikin. Şaredarê Londra Sadiq Khan jî ferman da ku hemû peykerên ku bi bazirganiya koleyan tê zanîn û nasîn, di ber çavan re bên derbaskirin.  Hevparên "Jiyana Reşikan girîng e (Black Lives Matters-BLM)" yên ku li Bristolê peşker hilweşandin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    ‘ME DÎROK NIVÎSÎ'    Organîzatorê kampanya BLM'ê Yvonne Maina, çalakiya BLM wekî çalakiya “Lihevkombûna komek biyaniyên ji bo çalakiya hevpar ên li Bristolê dijîn" pênase kir. Maîna, hilweşîna peykerê Colston jî wiha got: “Çalakiyên şermezarkirinê yên hatibûn plankirin me biryar da ku em bêtir bi plan û dîsîplîn pêş bixin. Ji ber vê yekê em hatin cem hev. Encamek pir har û hîn derket holê. Em êdî ji kiryaran bêzar bûbûn. Bi vê çalakiyê wekî ku me dîrok nivîsî, me xwe hîs kir. Gelê Bristolê li dora çalakiyê kom bûn. Em hemû bûbûn yek. Hemû kes di vê çalakiyê de bi hev re bûn. Enerjiyek pir mezin derket holê."    NIRXÊN KU LI PEYKER BAR KIRINE   Maîna, bal kişand ser kêliya hilweşîna peykerê Colstonê û wiha lê zêde kir: "Hêrsek mezin hebû. Kraliyeta Yekbûyî (UK) heta tu bixwaze nijadperest e. Dibe ku di destpêkê de ev yek neyê dîtin. Lê gelek jiyan wêran kirin. Derfet û firsenden gelek mirovan winda kirin. Yekbûna gel enerjiyek pir mezin derxist holê. Berteken li dijî hikûmetê pir zêde bû. Qîmeta didan peykerekî ji qîmeta jiyana mirovên reş zêdetir bû. Li ser navê BLM-Bristol ji Îngîlterê em peyama “Ji bo mafê xwe têbikoşin" didin Tirkiye û cîhanê.    Wênekêşê serbest ku li Bristolê dijî Cameron James jî diyar kir ku di 7'ê Hezîranê de wênekêşa xwe hilda û wiha got: "Ez tev li çalakiya li Qada Colston bûm. Ev peykerê Edward Colston ku li Brîstolê bazirganiya koleyan dikir pir girîng bû. Kêliya hilweşina peyker tiştekî pir xweş bû. Hestek pir xweş bû. Peyker ji bo gelê herêmê her dim wekî gefekê li dar bû. Dawiya dawî dengê me dihat bihîstin. Kêliyek pir xweş bû. Ger ku em ji dil bêjin, têkoşîna mirovên reş û sibî ya bi hevre tiştekî pir xweş bû.  Ez wekî kesek melez mezin bûm. Piştî ez bûm 17-18 salî min ferq kir ku çawa li mirovên reş dinerin."      NE HÊRSA KÊLIYEKÊ BÛ    James, anî ziman ku hilweşîna peykerê Colstonê ji sala 1895'an heta niha li navenda Bristolê hatiye çikilandin û wiha got: "Şêniyên bajar ji bo peyker bê rakirin bi salan e kampanya pêş dixin. îmzeyan kom dikin. Ev hêrsa ku di çalakiyê de derket holê ne hêrsa wê kêliyê bû. Hêrsa bi salan ketibû ser hev bû."    James, anî ziman ku hêvî dike ku ev çalakî bibe sedema pêşerojek geş û xweş. Em êdî naxwazin zarokên me jî şerê heman tiştî bikin.   Pêvebestîkar Alexandra King ê Brîstolî jî wiha got: “Meşa me li dijî nijadperestiya bi rêk û pêk bû. Ji her reng û baweriyê her kes li wir bû. Ji ber ez tev li vê çalakiyê bûm ez pir kêfxweş û serbilind im. Me dît ku peykerê Colston ê bazirganê koleyan ji aliyê mirovan ve çawa hat hilweşandin û ji dîroka mirovên reş derket. Bi salan ji bo rakirina peyker bi rêveberiya herêmî re nihaş hatin kirin. Dawiya dawî ciwanan ev kar hal kir.    MA / Eylul Denîz Yaşar