Li Nisêbîn û Pirsûsê 9 kesan binçav kirin 2020-06-10 13:06:57   NAVENDA NÛÇEYAN – li Nisêbîn û Pirsûsê, polisan bi ser malan de girt û li her du navçeyan 9 kes binçav kirin.   Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, polisan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de polisan welatiyên bi navê Şoreş Saltikalp, Engît Aykût, Mehmet Emîn Nergîz û Namet Dogan û kesekî ku navê wî nehat hînbûn binçav kirin. Hat hînbûn ku her 5 kes jî bi hinceta ku dîmenên wan ên meş û çalakiyên dema qedexeyên derketine derve hatin dîtin hatine binçavkirin. Derbarê dosya lêpirsîna wan de biryar nepeniyê hat dayîn û hevdîtina parêzeran a bi wan re heta 24 saetan hat sînorkirin.   RIHA   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî polisan bi ser gelek malan de girt û welatiyên bi navên Mazlûm Asaf Çevîk, Osman Ozlu û 2 kesên ku navê wan nehatin hînbûn binçav kirin. Hat hînbûn ku her çar kes li ser îfade dayîna kesekî binçavkirî hatine binçavkirin. Duh jî bi angaştên nêzî van angaştan Mehmet Tavas û hevjîna wî Kiymet Tavas hatibûn binçavkirin.