Sebze û fêkiyên wan rijandin û dest danîn ser tableyan 2020-06-10 15:03:37   AMED – Li navçeya Sûrê zabiteyên şaredariyê dest danîn ser tableyên îşportavanan û hemû sebze û fêkiyên wan rijandin erdê.     Li navçeya Sûrê ya Amedê zabiteyên Şaredariya Sûrê ya di bin rêveberiya qeyûm de li Kolana Gazî ya navçeyê musaxileyî îşportavanan kirin û dest danîn ser tableyên wan. Zabiteyan ewilî kelûpelên îşportavanan rijandin erdê û pişt re jî dest danîn ser tableyan û li gel xwe birin.    Zabiteyan ew fêkî û û sebzeyên rijandin li derdorê belav bû. Tevî hemû astengkirina xwediyên tableyê jî zabiteyan dest danî ser û birin.    Piştî zabiteyan dest danî ser tableyan dîmenên wek qada şer derketin holê.