Êdî bekçî bi çek in û ne kêmî polîsan in 2020-06-11 07:40:51   ENQERE - Melîsa Tirkiyeyê erk û hêz da Notirvan/bekçiyan  ku wekî polîsan çekê hildin û bikar bînin.    Daxwaza qanûna ku erk, hêz, peyvir û rol dide notirvan/bekçî yên tax û kolanan li Meclîsa Tirkiyeyê hat qebûlkirin. Zagona ku ji 18 xalan pêk tê, destûr dide ku notirvan wekî polîsan xwedî hêz û erk bin. Hikûmeta AKP-MHP'ê qanûna ku hêz, erk, raye û rol dide notirvanên tax û kolanan ku wekî polîsan karibe rahêle çekê û li gorî daxwaza xwe çekê bikar bîne, şevê din anî rojeva meclîsê û ji aliyê meclîsê ve hat qebûlkirin. Bekçiyên tax û derdorê êdî dê raye û hêza wan ji ya polîsan ne kêmtir be. Dê karibe wekî polîsan li nasname binere, ser welatiyan lêgerîn bike û wekî polîsan çekê jî li dijî welatiyan biteqîne. Bi vê yekê êdî notirvan/bekçê û polîs xwedî heman rol û misyon in û tenê navê wan ji hev cuda ye.    HDP: HÊZA RAMÎLÎTER AVA DIKIN   Li ser navê koma HDP'ê Parlamentera HDP'ê ya Agigiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, bertek nîşanî vê qanûnê da û anî ziman ku îqtîdara AKP'ê li gorî xwe zagon û hiquqê ava dike. Dîlan Taşdemîr, anî ziman ku zagona notirvanan mînaka vê yekê ya şênber e û wiha got: "Em dipirsin çima pêdiviyê bi vê zagonê dibînin. Çi tişta ku polîs nake heye. Ev pir aşkere avakirina hêza paramiliter a bi pere ye. Bi vê yekê dê li her derê welatî di bin çavdêriyê de bin. Dê mirov li er derê bên şopandin. Bi vê zagonê notirvan/bekçî dê karibin  li nasnameyan binerin, çekê bikar bînin û li ser welatiyan lêgerîn bikin. Dema em bixwazin daxuyaniyê bidin çapemeniyê vê carê em ê notirvan-bekçiyan li pêşberî xwe bibinin.      Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Mahmut Tanal  jî anî ziman ku ev yek nayê qebûlkirin û ev peyvira ku daye bekçiyan nayê qebûlkirin.