ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-11 09:00:03 * Qesr, dibêje di warê aboriyê de "li cîhanê em di rêza yekemîn" in lê belê welatiyên ku êdî nikarin serî bi bihabûna fiyetan re derxin dibêjin: "Jiyana me veguherî têkoşîna li dijî xizaniyê."  * Di 3 mehên dawî de 70 jin hatin kuştin, kiryarên wan hatin berdan û rêxistinên jinan û destkeftiyên wan bûn hedef. Parêzer Selîn Nakipoglû, ji bo cinayetên hatine kirin got "qirkirina cinsî" û ji bo vê bang li Wezîra Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakiyê kir ku îstifa bike.    * Serokê Giştî yê BTS'ê Hasan Bektaş, sirgûna karkeran rexne kir û diyar kir ku di esasê sirûnan de cudakarî heye.    * Eskerên avêtibûn ser gundê Licokê, li mala Pervane wêneyê Halîme Pervane ya HPG'yî ku di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest daye, bi meqesê jê kirine. Bav Mehmet Pervane ku "Îro dibêjin em ê alaya we jê bikin, sibê wê bêjin em ê cilên we ji we bikin, dusibe wêneyê we bibim. Bi vî awayî dixwazin hêdî hêdî bi me bidin qebûl kirin" bang li her kesî kir ku xwedî li nirxên xwe derkevin.    * Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê ku ji bo projeya RES'ê bê sekinandin ketiye nav hewldanan û wê tevî welatiyan serî li rêyên hiqûqi bide.    * Çotkar Serhat Salucî yê li Navçeya Sîlopiyê seravaniyê dike, bang li karker, çotkar û rençberan kir û got: "Li şûna hûn diçin li bajarên Rojava, li zeviyên xwe hilberînê bikin. Ez qezencek baş bi dest dixim."    * Binavgerên qeyûmê tayînê Şaredariya HDP’ê ya Cizîrê hat kirin ku cara duyemîn ew ji kar avêtin diyar kirin ku piştî ji kar hatine avêtin nobedarî ji holê rabûye û gotin: “Ji ber vê bûyerên xeniqîna mirovan zêde bûye. Ji bo vê hişyarî kirin.”    * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê têkildarî naveroka Tekoşîna Demokratik û geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bişe. (11.00)   * BTS, ji bo sirgûnên karkerên TCDD'ê bên rawestandin,  de li pêş Midûrê Midûriyeta Giştî ya TCDD'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.30)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê dê bi şîara"Têkoşina Jinan li her derê ye" li pêş avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    * Parêzer ji bo Parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi armanca darizandina adîl ketine greva birçûbînê dê li pêş Edliyeya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * HDP, dê di çarçoveya Têkoşîna Demokratîk de Mala Gel û Navenda Giştî ya ÎHD'ê ziyaret bike. (12.30-14.00)