‘Pirsgirêkên der barê girtiyên nexweş de nayên çareserkirin' 2020-06-11 09:13:41 ÎZMÎR - Endama koma Li Girtîgehê Tenduristî Berîvan Korkût, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di dema şewbê de şert û mercên girtiyên nexweş girantir bûne û got, rayedar pirgsirêkan bibînin jî çareser nakin.  Piştî şewba vîrûsa coronayê li Tirkiyeyê jî belav bû, tedawîkirina girtiyên nexweş jî hat taloqkirin. Ligel vê daxwaza malbat û rêxistinên civaka sivîl ên ji bo berdana girtiyan jî nehatin qebûlkirin. Endama Li Gitîgehê Tenduristî ya Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfaza Cezayî de Berîvan Korkût, anî ziman ku di pergala Tirkiyeyê di ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş de pirsgirêk hene. Korkût, diyar kir ku nikarin daneyên der barê girtiyên nexweş de bi dest bixin û got, daxwaz kirine lê dîsa jî dane bi wan re nehatine parvekirin. Korkût, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bidestxistina daneyên bi vî rengî zehmet e û got: "Li ber destê me tenê hejmara kesên serî li saziyên me didin heye. Lê em baş dizanin hejmara girtiyên nexweş û girtiyên rewşa wan giran zêdetir e."    DEWLET DANEYAN PARVE NAKE    Bi taybetî jî di dema şewbê de ji bo rewşa girtiyên nexweş hîn bibin serlêdan kirine û got: "Rewşa girtiyên nexweş di şert û mercên şewbê de girantir bû. Lê em nizanin hejmara ên nexweşîna pençeşêrê bi wan re hene çend e, çend jê kemoterapî dîtine." Korkût, anî ziman ku ev dane hemû li ber destê dewletê ne lê belê wan bi rêxistinên civaka sivîl û paralementeran re parve nake û got, ji girtîgehan gelek kes serî li wan didin.    DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ LI RÎNGAN NEYÊN SIWARKIRIN    Korkût, bal kişand ser rewşa girtiyekî nexweş û got: "Gava hûn nexweş bin ewilî ji bo hûn biçin revîrê hûn serlêdanê dikin. Ji ber qawîş qelebelaix in û bijîşk kêm in tu li benda dora xwe disekinî. Ji xwe li girtîgehê her roj bijîşk tunene. Ji ber vê car heye bi hefteyan, bi mehan nikarî biçî revîrê. Ên diçin revîrê jî pir hindik li wir dimînin. Bijîşkên malbatî ji bo sewqkirina nexweşxaneyê biryarê dide. Her wiha di vê pêvajoyê de mekanîzmaya îtirazê jî tuneye. Di dema çûn hatina nexweşxaneyê de, wesayîtên rîngê ji bo girtiyên nexweş nebaş e. Ev wesayît teng in û hewayê pir nastînin. Ji bo tenduristiya girtiyên nexweş nebaş e."    PIRSGIRÊK NAYÊN HELKIRIN    Korkût, anî ziman ku beriya şewbê bi rêya nameyan pêwendî bi girtiyan re datanîn lê belê piştî pêwendiyê ev pêwendîdanîn hema bêje qut bû û bang li malbatan kir: "Em dixwazin xizmên girtiyan bi vê hejmara telefonê xwe bigihînin me. Xeta me ya şêwirmendiyê ye."    Korkût, destnîşan kir ku ji ber ku bi qanûa înfazê re di navbera ên edlî û siyasî de cihêkarî hatiye kirin tevahiya girtiyên nexweş, jin û zarok nehatine kirin û xwest efûyeke giştî ya bêcihêkarî bê çêkirin.    MA / Sevda Aydin