Wêneyê bi dîwar ve jî tehemûl nekirin! 2020-06-11 09:14:20 AMED - Eskerên avêtibûn ser gundê Licokê, li mala Pervane wêneyê Halîme Pervane ya HPG'yî ku di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest daye, bi meqesê jê kirine. Bav Mehmet Pervane ku got bi van pêkanînan Îro dibêjin em ê alaya we jê bikin, sibê wê bêjin em ê cilên we ji we bikin, dusibe wêneyê we bibim. Bi vî awayî dixwazin hêdî hêdî bi me bidin qebûl kirin" bang kir ku her kes xwedî li nirxên xwe derkevin.    Di 4'ê Hezîranê de li gundê Licokê yê Licê ya Amedê operasyoneke eskerî çêbibû. Di dema operasyonê de eskeran dora gund dorpêç kiribûn û êrîş biribûn ser 6 gorên hin welatiyan û PKK'yiyan. Her wiha di dema dorpêçê de nehiştibûn kes ji mal derkeve û li malan dest bi lêgerînê kiribûn. Ji malên lêgerîn lê hatibûn kirin yek jê jî mala Mehmet Pervane bûye. Eskeran, di dema lêgerînê de wêneyê Halîme Pervane (Viyan Licok) a HPG'yî ku di Tebaxa 2012'an de jiyana xwe ji dest daye ji dîwêr kirine û bi meqesê jê kirine.    ‘AL Û NAVÊN DI WÊNEYÎ DE JÊ KIRIN’   Mehmet Pervane, diyar kir ku di 4’ê Hezîranê de eskeran avêtiye ser gundê wan û li malan dest bi lêgerînê kirine. Pervane, anî ziman ku eskeran mal bi mal geriyane û hatine mala wî jî û got: "Dema eskeran wêneyê keça min dîtin ku bi dîwêr ve daliqandiye anons kirin ku tiştekî wisa dîtine. Xwestin wêne bibin lê min nehişt. Min ji wan re got hûn çima wêneyî dibin? Gotin qedexeye. Min jî got, keçika min e, şehîd ketiye. Dîsa gotin ‘an em ê wêneyî bibin an jî em ê te bibin.’ Min ji wan re got hûn dikarin min bibin. Pişt re yekî pispor hat, pirsa keça min ji min kir. Got ‘an ez ê kirarên wêneyî bikim an jî ez ê ala li pişt wêneyî jê bikim.’ Em ketin nav niqaşekê. Pişt re got ‘al dikeve propagandayê ez ê jê bikim.’ Meqes anî ala wêneyî û navê wê jê kirin. Di malê de jî tiştên me li hev xistin. Tehamûl nakin ku tu li tiştekî xwe xwedî derkevî. Dixwazin me ji hev qût bikin. Berê dixwestin PKK’ê û Serokatî ji hev veqetînin niha jî dixwazin PKK’ê û gel ji hev veqetînin. An ku dibên ez ê îro alê jê bikim, sibê cilên we jê bikim, dusibe wêneyê wê bibim. Dixwazin hêdî hêdî bi me bidin qebûl kirin.”   ‘DIBÊJIN EM Ê WE BIQEDÎNIN’   Pervane, bibîr xist ku îro hestiyên zarokên wan bi kargoyan dişînin, goristana dirûxînin û got: “Dibêjin em li ser vê axê hebûna kurdan tu carî qebûl nakin. Ev yek jî kêmasiya me ye. Ji ber ku em li nirxên xwe û li hev du xwedî dernakevin, yekîtiya xwe çênakin. Mezelên şehîdên me xera dikin. Em kêm dimînin. Ev yek dîktarorî ye, faşizm e, ne qebûlkirina gelê kurd e. Demokrasî tuneye. Rengê me yên kurda hene “kesk, sor û zer” wan jî qebûl nakin. An ku dibêjin em ê we biqedînin. Çawa ku di sala 1980’yî de dixwestin îmha bikin, îro jî eynî tişt heye. Jiyan li me kirine zindan. Tu ferqa derve û hundir tune ye.”    Pervane, diyar kir ku ji salên 90’î heta vir ve bi hezaran operasyon çêbûne û got: “Dizane ku ax ne axa wî ye welat ne welatê wî ye û dê rojekê ji vir derkeve here. Hebûna vê pergalê li ser tunebûna kurda ye. Îro netewperestiyekê dide meşandin. Çi qas kurdan bikuje, ew qas dikare xwe li ser piya bigire.”    GILÎ KIRIN    Pervane, bal kişand ser êrîşên li goristana Sîsê û got: “Ewil bi balafirên şer êrîşî Goristana Sîsê kirin. Mizgeft û avahiyên li wê derê xerakirin. Pişt re her ku operasyon çêdibe goristanan dirûxînin. Dixwazin bi nirxên me, rûmeta me bilîzin. Bi her awayî bi sîstematîk bi ser me de tên. Dizanin çi qas goristan hebin tu dê wan bibîr bînî û xwedî lê derkevî. Dema tu wan bibîr bînî dê gelê kurd bibîr bînî. Dibêjin li zarokên xwe xwedî dernekevin. Lê ew çi bikin em ê li zarokên xwe, nirxên xwe xwedî derkevin. Pêwîstî bi çi hebe em ê bikin. Me serî li MEBYA-DER’ê jî da. Serlêdana sûc jî kir.”   Pervane, bang kir ku her kes xwedî li nirxên xwe derkeve û got: “Bila gel li şehîdên xwe xwedî derkevin. Heke em xwedî dernekevin îro tên bi pêhna dirûxînin sibê dê bi kepçe û dozeran bi rûxînin.”