Ji binavgerên qeyûm ew ji kar avêtin hişyarî 2020-06-11 09:18:31 ŞIRNEX – Binavgerên qeyûmê tayînê Şaredariya HDP’ê ya Cizîrê hat kirin ku cara duyemîn ew ji kar avêtin diyar kirin ku piştî ji kar hatine avêtin nobedarî ji holê rabûye û gotin: “Ji ber vê bûyerên xeniqîna mirovan zêde bûye. Ji bo vê hişyarî kirin.”  Her sal, bi gerimbûna hewayê re, gelek bûyerên xeniqînê di Çemê Dîcle de rû didin. Bûyerê xeniqînê herî zêde li navçeya Cizîr a Şirnexê pêk tên. Her dawî di rojên derbasbûyî de 2 birayên hev di çem de xeniqî bûn. Ji ber vê rewşa heyî, dîsa bala mirovan çû ser ekîba karmendên binavger a qeyûmê tayînê şaredariyê hat kirin ew ji kar derxistin    Qeyûm yekemîn car di 17’ê Mijdara 2016’an de binavger ji kar avêtin. Piştî ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredarî qezenc kir, ekîba binavger cardin girt kar. Lê qeyûmê cara duyemîn ê di 29’ê Cotma 2019’an de tayînî şaredariyê hat kirin cardin binavger ji kar avêtin. Binavgerên niha bi awayekê dildarî xebata xwe dewam dikin, di her şert û mercî de, hewl didin xwe bigihînin hawara mirovan û ji bo welatiyan hişyariya xeniqînê kirin.    SALA ÇÛYÎ TENÊ 3 KES XENIQÎN    Binavger Cemla Candoruk, diyar kir ku piştî sala 2016’an ji kar hat avêtin bi awayekê dildarî li navçeya xebatên xwe dewam kirin û got: “Şaredariyê di sala 2019’an de ez dîsa  girtim kar. Li ber peravên çem her roj me nobet digirt. Ji ber vê sala çûyî tenê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sala berî 2019’an de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Dûre em dîsa ji kar derxistin. Em dîsa karê xwe bi dildarî dikin. Lê em jî pir mexdûr dibin. Malbatên em hene. Ji ber vê em neçar dibin ku xebatek din bikin. Ez niha ajokariyê dikim. Dema ez li malê bim, bêyî ku bihizirim diçin welatiyên li ber xeniqînêbin xilas dikim. Di dema bûyeran de ekîbên polîsên binavger ji bajarên weke Amed, Wan û Bedlîsê tînin. Di mehên havînê de hin caran ew jî nayîn. Carna bi şev, carnajî rojek şûnde tên. Ev jî dibe sedem ku bûyerên xeniqînê zêdetir bibin. Divê welatiyên me li cihên bi talûke nekevin avê. Bila malbat xwedî li zarokên xwe derkevin. Ji bo ku canê tu kesî neşewite.”   AMÛR LI GEL QEYÛMIN    Binavger Kemal Şerîfoglû jî, anî ziman ku berî 8 mehan bi 3 hevalên xwe re ji kar hatin derxistin û wiha got: “Bi awayekê dildarî çi ji destê me were emê ji bo gelê xwe bikin. Lê amûrên me di destên qeyûm de man. Ji ber vê em nikarin pir zêde hereket bikin. Di bûyera herî dawî rû da de jî em bi awayekê dildarî çûn cihê bûyer. Em bi dildarî beşdarî xebatên xilaskirinê bûn. Bi kurtasî qeyûm ji me re dibêje ‘hûn HDP’î ne. Ji bo vê nikarin bi me re bixebitin.’ Bi vî awayî xebatên me asteng dikin. Li herêmê binavgerên herî bi tecrube ekîba me ye. Li gel vê jî ekîbên binavber ji Wanê tînin vê derê. Lê di rastiyê tiştên em dikin tu ekîbên binavger bi rehetî nikarin li vê derê bikin. Ev 7 salin êdî hemû kes me nas dikin û şahidiya vê yekê kirine.”   MA / Mujdat Can