Waliyê ku pesnê Fethullah Gulen dida tayînî Amedê kirin 2020-06-11 09:58:20 AMED – Huseyîn Avnî Mûtlû yê walîtiya Amedê kiribû ji FETO hat girtin û hikum xwar. Piştî Mûtlû niha jî walîyek ku li ser rêya FETO ye li Amedê wezîfedar kirin. Munîr Karaloglû waliyê nû yê Amedê ye û ew bi pesindayîna Fethullah Gulen tê nasîn. Ferdên malbata wî endamên FETO ne. Hikumetê piştî waliyê Amedê yê berê Huseyîn Avnî Mûtlû ku ji FETO hat cezakirin niha jî waliyê duyem ku têkiliya wî bi FETO re heye şand Amedê. Ew walî jî Munîr Karaloglû ye û ew di sala 2009-2013’an de Waliyê Wanê bû. Wê demê hikumet û FETO jî şîrikiya hev dikirin û gelek walî û rayedarên îqtîdarê pesnê Fethullah Gulen didan. Karaloglû yê ku bi nêzîkatiya xwe FETO hat nasîn alîkariyê dide cemata Gulen û her dem pesnê FETO dida.   Munîr Karaoglû ji gundê Kaptanpaşa yê girêdayî Çayeliya navçeya Rîzeyê ye û di sala 1964’an de hatiye dine. Tê gotin ku xizmên wî jî din ava rêxistina FETO de xwedî cihek girîng girtine û ji ber bandora wan hebûye di burkrasiya cemaweriyê de hebûye di gelek sazî û dezgehan de cihê xwe çêkirine.   TÊKILIYA MALBATA KARALOGLÛ Û FETO    Kekê Karaloglû, Bûrhan Karaloglû di sala 2015’an de ji endamtiya Dadgeha Bilind tayînî Serokatiya Daîreya 9’emîn hat kirin. Vê daîreyê ewilî li dozên “Ergenekonê” dinêrî û piştî sala 2015’an li ser dosyeyên FETO xebitî. Tevî ku têkiliya Bûrhan Karaoglû bi FETO re jî derket hat parastin.   BIRAZIYÊ WALÎ JI FETO TÊ DARIZANDIN   Kurê Bûrhan Karaoglû, Fûrkan Karaloglû yê bijîşk ji wezîfeya bi sûcdariya FETO hat îxrackirin û paşê derket holê ku di telefona xwe de 280 car hevdîtina Bylockê kiriye. Fûrkan Karaloglû bi hêceta “endamtiya FETO” tê darizandin û iji 5 salan heta 10 salan ceza jê re tê xwestin.   XWEDÎGIRAVÊ YÊ HERÎ SERJEFTÛ BÛYE   Biraziyê Karaloglû, Bunyamîn Karaloglû ji ber ku pirsên azmûna rêxistina Fethullah Gulen dizîbû di sala 2010’an de serkeftinek balkêş nîşan dabû. Bunyamîn Karaloglû di sala 2009’an de ji Fakulteya Îktîsatê ya Zanîngeha Anadolûyê mezun bû. Di salên ku FETO rêxistina xwe di bürokrasiye de serwer kiribû di sala 2010’an de ket azmûna qeymeqamiyê. Bunyamîn Karaloglû bû qeymeqam û staja xwe jî li gel apê xwe Munîr Karaloglû yê wê demê Waliyê Bûrsayê bû pêk anî.   JI QEYMEQAMIYÊ DEST PÊ KIR   Biraziyek din ê Munîr Karaloglû, Yûsûf Karaloglû jî di salên rêxistina FETO xurt bû qeymeqam û gelek salan qeymeqamiyê kir. Di tebaxa 2018’an de jî tayînî Midûriya Serokatiya Karên Ewlehiyê yên Îdarî hat kirin û bû midûr.   XIZMÊ WÎ DI KAR DE BILIND BÛ   Xizmê Munîr Karaloglû, Mûrat Karalgolû jî di salên ku rêxistina Fethullah Gulen xwe berfireh dikir, di sazî û dezgehên dewletê de bû xwedî erkek mezin.   DEMA OPERASYONÊN ‘KCK’Ê WALIYÊ WANÊ BÛ   Wextê ku Munîr Karaloglû Waliyê Wanê bû li dijî siyasetmedarên kurd operasyonan dest pê kir û gelek siyasetmedar û rêveberên saziyan hatin binçavkirin û girtin. Her wiha dema Şaredarê Wanê Bekîr Kaya di sala 2012’an de di bin navê “KCK” de hat girtin, Karaloglû waliyê Wanê bû.   Piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de li dijî gelek waliyan operasyonên tasfiyeyê dest pê kir. Waliyê Amedê yê ber ê Huseyîn Avnî Mûtlû ku îqtîdarê wê demê gelek caran pesnê wî dida ji FETO hat girtin û ceza xwar. Wextê ku Huseyîn Avnî Mûtlû waliyê Amedê bû, Munîr Karaloglû jî waliyê Wanê bû.   MÛTLÛ Û KARALOGLÛ FARMAN DIDAN Û POLÎSAN ÊRIŞ DIKIR   Huseyîn Avnî Mûtlû û Munîr Karaloglû di salên 2009-2013’an de li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên “KCK” dihatin birêvebirin çalakiyên “Bêîtatiya sivîl” hatin destpêkirin û “Konên aştiyê” hatibûn vedan û her du waliyan jî ferman dida û bi awayên tund mudaxileyî xelkê dikirin.   PESNÊ FETHULLAH GULEN DABÛ   Karaloglû li Wanê di serdema walîtiya xwe de li dijî zimanê kurdî kampanyayan da destpêkirin û têkildarî vê diaxivî. Di şahiyek rêxistina Fetgullah Gulen de Munîr Karaloglû axivîbû û ji destpêka şahiyê heta dawiyê pesnê Fethullah Gulen û rêxistina wî dida. Karaloglû wê demê wiha gotibû: “Ez di hizûra we de lehengên me yên li heft parzemînan belav bûne silav dikim û spasiyê xwe ji wan re pêşkêş dikim.”   MUDAXILEYÎ MEXDÛRÊN ERDHEJÊ KIRIBÛ   Di serdema erdheja Wanê de jî Karaloglû walî bû û bi helwesta xwe ya li dijî mexdûrên erdhejê ketibû rojevê. Li ser fermana Munîr Karaloglû polîsan di nava zivistanê de bi ava şid û gaza îsotê mudaxileyî xelkê Wanê kiribû û di nîvê zivistanê de xelk ji konên erdhejê dihatin derxistin.