Girtiyê nexweş bi kelemçekirî hatiye kemoterapîkirin! 2020-06-11 12:50:24 ENQERE - Parlamentera HDP'ê Şevîn Coşkûn rewşa girtiyê nexweş Mevlût Oztaş ê bi kelemçekirî hat kemoterapîkirin ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.  Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun rewşa girtiyên nexweş bir rojeva Meclîsê. Coşkûn bi taybetî rewşa girtiyê nexweş Mevlût Oztaş ê li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin û ew bi nivînan ve kelemçekirî li nexweşxaneyê kemoterapî kirin bir rojeva Meclîsê û bi pêşniyaznameyê ji Wezîrê Dadê Addulhamît Gul pirsî. Coşkûn her wiha rewşa girtiyên nexweş ên giran jî ji wezîr Gul pirsî. Coşkûn di pêşniyaznameya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Akhîsara Manîsa tê ragirtin û tevî ku gelek caran hatiye xwestin were berdan jî nehatiye berdan.     KELEMÇEKIRÎ HATIYE KEMOTERAPÎKIRIN    Coşkûn di pêniyaznameyê de bi berfirehî li ser rewşa girtiyê nexweşîna penceşêrê Mevlût Oztaş rawestiya û got ew li nexweşxaneyê bi nivînan ve kelemçekirî hatiye kemoterapîkirin û agahî nedane malbata wî.    Coşkûn di pêşniyaznameyê de bi pirsan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul van pirsan bibersivîne û li ser rewşa girtiyên nexweş raweste.