RMM'ê ji NY’ê xwest ku Tirkiye hişyar bike 2020-06-11 16:32:43 KOBANÊ - Rêxistinên Mafên Mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser sûcên mirovayetiyê yên Tirkiyeyê û ji NY'ê xwest ku Tirkiye gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. Rêxistin Mafên Mirovan têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve li pêş Navenda Şaxa Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê kom bûn û daxuyanî dan. Nûneran bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û sûcên ku Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê li dijî sivîlan pêk tîne, asteng bikin. Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî daxuyanî xwend. Elî bang kir û got: "Em bang li sekretêrê giştî yê NY`yê Antonio Guterres, endamên meclîsa mafên mirovan di NY`yê de, serokê komîteya lêpirsînê li Sûriyeyê Paulo Pinero, gerînendetiya rêveber a desteya NY`yê ya jin Fumzili Malampo Nguca dikin. Tişa ku pêwendîdarên mafên mirovan çi yên herêmî bin û çi navnetewî bin dibêjin rastiya pêkanîna dewleta Tirk di her saetekê li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dike. Ew jî yan sûcekî sere yan sûcekî dermirovî ye yan jî guhertina demografî, qirkirinên komî, qirkinên etnîk û diziya endamên laşên zarokan e.”   Nesrîn Elî anî ziman ku Tirkiye berbijêrka ku nîvê sûcên xwe li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne û got: "Ji ber jinên li herêmên navborî di şikandina îradeya terorîstên li Kobanê, Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê roleke pêşeng lîstin. Lewma li xweşiya dewleta Tirk neyê û jinan direvîne û wan ji mafên dayîkbûnê bê par dike.  Di heman demê de li ser jinan hem di aliyê derûnî û hem jî ji aliyê fîzîkî de êşkence tê kirin, bi hemû rê û rêbazan sûcan hovane pêk tîne, destdirêjiyê li wan dike, bi darê zorê dihêle xerabiyê bikin."    Nesrîn Elî banga avakirina komîteya lêpirsîna navneteweyî kir û wiha bi dawî kir: "Ji bo sûcên li dijî şêniyên bajarê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî pêkanîne lêkolîn bikin, komên çekdar û malbatên wan ji bajarê Efrînê derxin û garantiya vegera şêniyan li cih û warên wan bide divê erka xwe pêk bînin."    Rêxistinên tev li daxuyaniyê bûn ev in: Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan li Sûriyeyê, Meclîsa Edaleta Civakî ya Cizîrê, Meclîsa Jinan a Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîtiya Parêzeran a li Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê.