Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Gunduz hat berdan 2020-06-11 22:01:46       AMED – Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ozlem Gunduz ku di çarçoveya lêpirsîna der barê Komeleya Jina ya Rosayê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, hat berdan.    Di 22'yê Gulanê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Komeleya Jina ya Rosayê de lêpirsînek dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de rêveberên komeleyê û siyasetmedarên kurd jî di nav de 18 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 12 kes jê di 24'ê Gulanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Yek ji van kesan jî Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ozlem Gunduz bû. Gunduz îro hat berdan.    Beriya Gunduzê Endama Komeleya Jina ya Rosayê Gonul Aslan û kurê wê yê 3 salî Dilgeş Aslan hatibûn berdan. Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna navbirî de hatine girtin heya niha 2 kes hatine berdan.