Li Çiyayê Katoyê dest bi qusandina pezê xwe kirin 2020-06-12 09:09:54 ŞIRNEX - Li Çiyayê Kato yê Bêşebabê welatiyan dest bi qusandina pez kir. Welatî bi hiriya ku diqusînin balîf û lihêfan çêdikin.  Li Çiyayê Kato yê Bêşebab a Şirnexê, welatî dest bi qusandina pezên xwe kirine. Welatî hiriya ku bi hevringê diqusînin dixin telîsan. Her wiha gava heywanên xwe diqusînin jî ji bo tev li hev nebin wan soring dikin.    Munîr Cîn ku miyên xwe diqusîne got: "Heywanên tên qusandin barê wan sivik dibe, bêtir êm dixwin. Paqij dibin. Bi vî hawî rihet dibin, bêhna wan dertê. Dû re em hiriya wan dişon û pê balîf, doşeg û lihêfan çêdikin. Hin kes jî hiriya xwe difiroşin."    MA / Mujdat Can