Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dîtKomeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin 2020-06-12 09:57:06 MÊRDÎN - Wezareta Bajar û Derdorê rapora ÇED'ê ya ku destûrê dide projeya RES'ê erênî dît. Li gel ku RES 'ê keleha Rabatê û Şûlava XAP'ê têxe talûkeyek mezin jî, ÇED'ê parast ku dê fêda aborî bide çûkan û enerjiyê bide mirovan. Komeleya Ekolojiyê jî anî ziman ku bi vê projeyê talankirina xwezayê rewa dikin û pêşkêşî sermayedaran dikin.    Şîrketa Anonîm a Ceyranê ya Dicleres "Projeya Santralên Enerjiya Ba a Dicleresê" amade kir. Projeya Santrolên Enerjiya Ba (SAB/RES) ku li sêgoşeya Qoser, Dêrik û Şemrexê têxin meriyetê, ji aliyê Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) ve erênî hat dîtin. Bi vê projeyê dê 50 turbîlansên Ba bên avakirin. Wezareta Bajarvanî û Derdorê jî rapora ÇED'ê erênî dît. ÇED'ê di raporêde parast ku dê fêdeya aborî bide çûkan û enerjiyê bide mirovan. Piştî ev projeya RES'ê têkeve meriyetê dê Keleha Rabatê qada SÎTê ye têkeve xeteriyek mezin. Dîsa dê Şûlava Xapê û Keleha Rabatê têkeve talukeyek mezin. Têkildarî mijarê Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê bertek nîşan da û diyar kir ku di vê miroveyê de mirov esas hatiye girtin, lê xweza esas nehatiye girtin û dê zerarê bide.    DÊ DALANÊ REWA BIKIN   Endama Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Derya Akyol, diyar kir ku di rapora ÇED'ê de navenda wê miroav e û xweza esas nehatiye girtin û wiha got: "Bi vê yekê rê li pêş sermayedaran vedikin. Ji bo rê li pêş sermayedaran vekin talankirin û wêrankirina xwezayê rewa dibînin. Ev proje xizmeta sermayedaran dikin. Di van rojên ku em têkiliyên mirov û xwezayê niqaş dikin de em dibînin ku dixwazin dîsa mirovan li ser xwezayê serdest bikin. Ev proje xwezayê wekî mal û meta dibîne. Em hemû proje û planên ku cudakariyê dixe nava mirov û xwezayê red dikin. Her tim û di her qadê de di nava mirov, sewal û xwezayê de têkiliyek ku hev temam dike heye."     MA / Ahmet Kanbal