Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin 2020-06-12 10:48:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma medyaya civakî Twîtterê ragihand li Tirkiyeyê têkildarî partiya desthilatê AKP'ê 7 hezar û 340 hesab girtine. Twîtterê bi daxuyaniyekê ragihand wan li Tirkiyeyê, Çîn û Rûsyayê bi deh hezaran hesabên têkildarî dewletêne yên ku ji bo propaganda û dezanformasyonê têne bikaranîn, dane girtin.   Li gorî daxuyaniyê li Çînê 23 hezar û 750 hatine girtn. Herwiha li 7 hezar û 340 hesabê têkilî dewleta  Tirk, 1.152 hesabên têkilî Rûsya hatine girtin.   Twîtterê ragihand ev hesab hemû hatine girtin lê naverokawan ji bo lêkolîna zanistî ser zemîna daneyan têne hemandin.   Twîtterê got,''Tora ku bi esasî bikarhênerên li nav Tirkiyê dikine hedef, bi rengekî koordîneyî xebatan dike'' serê sala 2020'an hatine tespîtkirin.   Di daxuyaniyê de hete gotin, ''Di analîzên me de yên ku me li gorî nîşaneyÊn teknîk û tevgera hesabn kirî, hesabên qelp û hatine bidestxstin ji bo ku gotinên bi alîgiriya AKP'ê berbelav bibin hatin bikaranîn û destekeke zêde didin Serokkomar Erdogan. Em îro 7 hezar û 340 hesabî li arşîvan îfşa  dikin.''