Li Ebexê gundek hat karantînekirin 2020-06-12 11:40:12   WAN -  Gundê Osmanlî yê girêdaya navçeya Ebexê ji ber vîrûsa koronayê xistin karantînayê.    Gundê Osmanlî yê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê ji ber vîrûsa koronayê xistin karantînayê. Di kontrola tenduristiyê de testa koronayê ya hin welatiyan pozîtîf derket. Ji ber vê yekê jî Desteya Hifzissihha ya Navçeyê biryara ku gund bikin karantînayê girt. Ekîbên filyasyonê li gund kontrola tenduristiyê didomînin û têketin û derketina gund hat qedexekirin.    Ji 8'ê hezîranê vir ve gundê Nezrave ya girêdayî Ebexê jî di karantînayê de ye.