Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand 2020-06-12 11:40:41 RIHA - Li Rihayê polîsekê sîvîl, pozê xebatkareke tenduristiyê şikand.    Polîsê sîvîl ê bi navê E.O. karmendê tenduristiyê yê li Navenda Tenduristiya Malbatê ya Hejmara 6 (ASM) a li Taxa Paşabagi ya girêdayî navçeya Halîliya Rihayê dixebitî Mehmet Demîr derp kir. Li gorî îdîayan, hemşîreyekê ji bo qeyda nexweşekê ji polîsê sîvîl E.O. nasname xwest. Lê polîs bertek nîşanî vê yekê da û bi ser hemşîreyê de çû. Xebatkarê tenduristiyê Mehmet Demîr di wê heynê de ket navbera polîs û hemşîrê. Polîs E.O. serê xwe li pozê Demîr xist û birîndar kir. Demîr ê pozê wî şikaya, rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan. Demîr li nexweşxanê rapora tenduristiyê girt  û derbarê polîs de gilî kir. Demîr di heman demê de rapora derp kirinê jî girt.    JI KAR HAT DÛRXISTIN   Hat diyar kirin ku piştî ku bûyer ket rojevê, Walîyê Rihayê Abdullah Erîn derbarê polîsê sîvîl de lêpirsîn da dest pê kirin û polîs E.O. li ser vê yekê bi ferman walî ji kar hat dûrxistin.