Ji Amedê peyama bi pankart! 2020-06-12 11:44:18 AMED - Meclisa Ciwanan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê, li ser pira li kolana Tesîslerê pankarta bi dirûşmeya "Li dijî xespkirina vînê têkoşîna topyekûn" daliqand.  Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tayînkirina qeyûmên şaredariyan û ji bo balê bikişîne ser betalkirina parlamenteriya parlamenteran, li ser pira li pêşberî Orman Parkê ya dike ser rêya Riha ya navçeya Rezan a Amedê pankarta bi dirûşmeya"Li dijî xespkirina vînê têkoşîna topyekûn" daliqand. Ciwana li Bulwara Tûrgût Ozal navçeya Rezanê jî pankarta "Jin jiyan e jiyanê nekuje" daliqandin.