Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve 2020-06-12 11:56:19 AMED - Mazlum Pamukçu yê piştî li Rezan polîs Atakan Arslan hat kutin û polîsan got “Xayîn hat girtin", niha ji tirsa polisan nikare ji malê derkeve.  Li Amedê di 30'ê Gulanê de li taxa 5'ê Nîsanê ya Rezan polîs Atakan Arslan hat kuştin. Polîsan piştî bûyerê operasyonek fireh pêş xist û li ser medya civakî wêneyê Mazlum Pamûkçû parve kirin û gotin 'Xayîn hat girtin'. Polîsan piştî bûyerê 15 dk şûnde bi ser mala Pamukçu ya li Korxetê de girt û wêneyê wî kişandin. Piştre wêneyê wî li ser medya civakî parve kirin û gotin: "Xayîn hat girtin" Mazlum Pamukçu yê 17 salî ku polîsan wêneyê wî parve kir û ew wekî xayîn îlan kirin, êdî nikare ji malê derkeve. Pamukçû anî ziman ku dema ji malê derket kolanê maşîna polîsan a Range Rover ew li ser rê rawestandin û wiha got: "Ez birim ber dîwar û wêneyê min kişandin. 4 maşîneyên Range Rover pêşî li min girtin û ez rawestandim. Li ber dîwar wêneyê min kişandin. Piştre ez berdam. Piştî 10-15 deqîqe şûnde polîs li dora min kom bûn û ez binçav kirim. Ez xistim erebê û birim bin pira Batikentê. Piştre li wi wêneyê min ê ku polîsên din kişandibûn nerîn û gotin 'Yên ku polîs kutiye tu ye ha?' Neheqî li min kirin. Ez birim qereqopa polîsan a Ofîsê. Ewil min got belkî ji ber diziyê ez binçav kirime. Piştî wê gotina wan min fam kir ku ji ber kuştina polîs ez binçav kirime. Heta saet 02.00’ê li qereqolê hiştim û berdam."    'EZ NIKARIM DERKEVIM DERVE'   Pamukçu, anî ziman ku piştî li qereqolê hat berdan li gel bavê xwe çû malê û wiha got: "Piştî wêneyê min li ser medya civakî parve kirin ez rastî lîncê hatim. Wêneyê min li ser hesabê Facebook, twitter hwd parve kirin. Der barê min de bi hezaran kesan gotina "Xayîn hat girtin" parve kirin. Niha ez di bin gefan û lincê de me. Polîsê por dirêj ê ji maşîna Range Rover  daket wêneyê min parve kir. Piştî wêneyê min parve kirin derûniya min xera bû. Ez diçim li bajarê Rojava dixebitim. Li wir nijadperest pir zêde ne. Ji ber vê yekê nikarim derkevim derve. Li wir nijadperestên ku ji Kurdan hez nakin pir in. Ji wê demê heta niha ji tirsan nikarim derkevim derve. Ez hatim lînckirin. Niha diya min dibêje 'Dê te bikujin' û destûr nakeve ez derkevim derve."    Piştî li Rezan polîs hat kuştin, ciwanê bi navê M.E.C. û F.A, bi îdîaya polîs kuştiye hatin girtin û 3 kes jî bi şertên konrola edlî hatibûn berdan.