Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne 2020-06-12 12:07:19 WAN - HDP li Colemêrg, Wan û Bedlîsê ji bo "Meşa Demokrasiyê ya li dijî darbeyê" xebatan bi rêve dibe. Hevserokên HDP'ê yên bajarê Colemêrg, Wan û Bedlîsê banga beşdariya meşê kirin.  HDP di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê dest bi "Meşa Demokrasiyê ya li dijî darbeyê" dike. Xebatên beşdariya vê meşê li milê Colemêrgê didomin. Gelek HDP'yî çûne Colemêrgê û dê roja 14'ê hezîranê serkirdeyên HDP'ê li Colemêrgê amade bin û di 15'ê mehê de dest bi meşa xwe bikin.    COLEMÊRG   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû û gelek rêveberên HDP dê beşdarî meşa milê Colemêrgê bibin.    Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê Sînan Kaya têkildarî xebatên meşê axivî û got bi rojane ew amadekariyên meşê dikin û ew bi rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên bajêr re tên gel hev. Kaya anî ziman ku ew ber bi dawiya amadekariyên meşa xwe ve tên û got: "Wê ji navçeyan xelkê me beşdarî meşê bibe. Em ê li navenda Colemêrgê beşdariyek xurt ji bo meşê pêk bînin. Em ê li navenda bajêr kîlo metreyek bimeşin û starta meşê bidin. Em ê dengê gelê Colemêrgê bigihînin gelê xwe."    WAN    Piştî kîlometreyek meşa li Colemêrgê dê karwanê meşa HDP'iyan ber bi Wanê ve derkeve rê û dê xelkê Wanê şandeya HDP'ê li ser rêya Wan-Payîzava û Westanê pêşwazî bike û pişt re derbasî navenda Wanê bibin. Şande dê derbasî Rêxistina HDP'ê ya Wanê bibe û bi xelkê were gel hev. Roja 16'ê hezîranê şande dê bi rêxistinên civakî yên sivîl, esnaf, gel û xelkê navçeyan re were gel hev. Roja 17'ê hezîranê jî şandeya HDP'ê li Parka Mûsa Anter kom bibe û bi girseyî oxirî Bedlîsê were kirin.    Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Okkeş Kava têkildarî meşê axivî û got ew ê şandeya xwe bi girseyî pêşwazî bikin û rêzeçalkiyên li Wanê amade kirine dê birêve bibin û pişt re jî şandeyê ji Wanê oxir bikin. Kava banga beşdariya meşê li xelkê Wanê kir.    BEDLÎS    Piştî Wanê dê şandeya HDP'ê ku derbasî Bedlîsê bibe jî wê were pêşwazîkirin û pişt re li vir jî hin rêzeçalakiyan li dar bixe. Şande piştî Bedlîsê dê oxirî Amedê were kirin.    Hevserokê Rêxistian HDP'ê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn jî derbarê şandeya HDP'ê biçe bajarê wan jî got: "Em ê şandeya xwe bi girseyî pêşwazî bikin. Piştî pêşwazîkirinê wê xelkê me li ser kolan û kuçeyan şandeya me pêşwazî bike. Em bang li hemû xelkê xwe dikin ku beşdarî pêşwazîkirina şandeya me bibin."