TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin 2020-06-12 13:38:01   ENQERE - Endamê Lijneya Şopandin û Şewrê yê Covît 19  Doç.Dr. Cavît Işik Yavûz, diyar kir ku ji ber kontrol zû hat rakirin û di 1'ê Hezîranê de dest bi asayîbûnê kirin, şewba vîrûsa Covît-19 dîsa zêde bû û wiha got: "Hêj pêla ewil nehatiye kontrolkirin. Vîrûs bi tedbîrên şexsî nayê kontrolkirin."    Konseya NavenDî ya Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB), têkildarî geşedanên 3 mehan nirxandin kir. Têkildarî mijarê Endamê Lijneya Şopandin û Şewrê yê Covît 19  Doç.Dr. Cavît Işik Yavûz, diyar kir ku hêj pêla ewil derbas nekirine û hişyariyên girîng kir. Bi rêya konferansa vîdeo Serokê konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Sinan Adıyaman, Endamê Lijneya TTB'ê Prof. Dr. Ozlem Azap, Prof. Dr. Kayihan Pala  û Doç. Dr. Cavit Işık Yavuz tamade bûn. Ewil Serokê Konseyê Adiyaman, anî ziman ku piştî hilweşîna ekolojîk, talankirina qadên jiyana xwezayî, bajarvaniya bê plan û proje, bazirganiya sewalên biyanî, pêşketina endustriyelî û sektora sewalkariyê rê li pêş xerakirina hevsengiya xwezayê vekiriye û gefan li jiyanê dixwe. Adiyaman, destnişan kir ku şewba global a Vîrûsê encama qeyrana pergalê ye û wiha got: "Şewb pêl bi pêl zêde dibin. Her roj nêzî hezar kesên nû li nexweşên din zêde dibin. Dîsa hêjmara kesên testa wan a PCRê negatif derdikeve û di rastiyêde bi şewba Covid-19'ê ye çiqas e em nizanin. Vê yekê bi raya giştî re parve nakin. Di vê pêvajoyê de me 23 bijîşk û 43 xizmetkarên tenduristiyê wenda kirin. Hêj cilê me yê parastinê tune ye. Ji ber ku em destê xwe bi alkolê dişopin çermê destê me selixî. Ji tirsa ku dê bigêje me em êdî nikarin xwarin jî bixwin. Em nikarin zarokên xwe hembêz bikin. Em ji bîr nakin hempîşeyekî me yê ji ber vîrûsa Covid-19 jiyana xwe ji dest da. di belgeya wî ya mirinê de nefatif nîşan dabûn. Di 1'ê nîzanê de hêjmara xizmetkarên tenduristiyê yên testa wan PCR pozitîf bû 601 kes bûn. Di 29'ê nîsanê de 12  qat zêde bûn û gihişt 7 hezar û 428 kesan. Lê 45 rojin hêjmar çiqas e em nizanin. Ji me vedişêrin. Şewbê vedişêrin. Mixabin em nikarin hêjmara miriyan kontrol bikin.    LI TIRKIYE HÊJMARA MIRIYAN LI GORÎ YÛNANÎSTAN ZÊDETIR E   Doç. Dr. Cavit Işik Yavuz  jî anî ziman ku şewb hêj bi awayekî dijwar bandora wê zêde ye û wiha got: "Hêj ev şewb di dawî nebûye. Hêj me pêla ewil nexistiye kontrolê. Tirkiye di aliyê nifûsê de di nava welatê cîhanê de di rêza 17'an de ye. Dîsa li gorî şewba vîrûsa Covid-19 yê hatiye erêkirin di rêza  12'an de ye. Li gorî kesên bi Covid-19 mirin di rêza 17'an de ye. Tirkiye li gorî Bulgaristan û Yunanistan hêjmara kesên nexweş ketine zêdetir e."     Yavuz, anî ziman ku der barê vê şewbê de hêj gelek tiştên nediyar heye û wiha bi dawî kir: "Tirkiye nêzî 4 hezar welatî winda kirin. Pêvajoya şewbê baş û rast nayê rêveberin. Bê guman tedawî girîng e. Lê ya herî girîng mirov rê li pêş belavbûna vê şewbê bigire ye. Niha her kes tedbîrên şexsî digirin. Lê ev yek bi tedbîrên şexsî bi dawî nabe. Divê berî her tiştî mirov rê li pêş belavbûna wê bigire. Divê hêjmara kesên bi vîrûsê dikevin bên kêmkirin."