Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin 2020-06-12 13:58:28 AMED - Li goristana Goçxar a navçeya Licê ya Amedê 2 gorên din hatin xirakirin.  Li Goristana Goçxar a girêdayî gundê Balicne ya navçeya Licê ya Amedê, 2 gorên din hatin xirakirin. Kêlên gorên endamên HPG’ê Ridvan Mûtlû û Mehmet Mûtlû yên li goristanê hatin şikandin û gora Yûsûf Mûtlû jî hat xirakirin. Niştecihên gomê, diyar kirin ku ji ber nivîsên kurdî yên li ser kêlên, gor hatin xirakirin. Welatiyan, dest nîşan kirin ku ew nizanîn gor ji aliyê kî ve hatine xirakirin, lê di demek nêz de leşker li derdora goma wan derketine operasyonê.