Li Deryaya Spî çi dibe?

img

NAVENDA NUÇEYAN - Niviskarê e-rojname Ahmet Aktaş, di quncikê rojnameyê yê îro de bi ser navê "Li deryaya spî çidibe?" bal kişand ser geşedanên li Deryaya Spî û rewşa Tirkiye Yûnanîstan û Qibrisê.

Nivîskarê Rojnameya e-rojname Ahmet Aktaş, di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser geşedanên li Derya Spî. Aktaş bi sernavê "Li Derya Spî çi dibe" geşedan û nakokiyên li herêmê nivîsî. 
 
Nivîsa Aktaş a bi sernavê "Li Derya Spî çi dibe?" wiha ye. 
 
Aktorên nakokiyên vê deryayê, di serî de Tirkiye, Yewnenistan û Qibris tê dîtin. Lê niha bi peymana navbera Receb û Serrac re, gelek dewletên din jî beşdarê vê mijarê, vê bazarê bûn. Bi rêzê Fransa, Almanya, Îtalya, Misir, Israîl, Siûdî, Imarat, Urdun, Tunus, Sûdan û hwd. Bê gûman aktorên sereke DYA û Rûsya ne. Divê Îran jî neyê jibîrkirin. Yê ku fitîla agirê vê nakokiyê pêxist R.Erdogan bû. Li pey wî, dibe ku xwe pir aşkera nekiribe jî, bi rêya Wagner Rûsya derbasî qada germ a Libyayê bû. Erê DYA xwe aşkera nake lê yê ku Receb şand Libyayê Trump bi xwe bû. Ev helwest û proje, bêgûman ji bo frênkirina Pûtîn bû. Jixwe Receb ji bo karê wisa ji doh ve amade bû. Hema weke gotina; "bê kelek li avê siwar bû” û berê xwe da Libyayê û li dijî Hafterê rikeberê Serrac şer germ û dijwar kir.
 
Di rojeva çapemeniya cîhanê de, ev demek dirêj e weke mijarek sereke dewam dike. Bi taybetî veguhestina hejmarek mezin a çeteyên kirêkirî û qirker ji qada Sûriyeyê birin Libyayê, gelek bala raya giştî kişand ser xwe. Li hember peymana Receb û Serrac, Misir û Yewnenistan jî peyman çêkirin. Jixwe Misrê û Meclisa Tobruka ser bi Hafterê, peyman îmze kirin. Hema li pey hev Fransa û Qibrisê peyman girêdan û hwd. Di encamê de li dijî eniya Receb û Serrac, eniyek berfirehtir çêbû. Heta ewqas berfireh e ku, rojnameyek mezin a Almanyayê Der Spiegel dibêje; Receb, xwe bi tenê mayî hîs dike!
 
Li ser banga Yewnenistan û Fransayê,  civînên di asta herî bilind ên dewletên YE, li ser mijara polîtîka û kiryarên dewleta tirkan kom bûn. Bi taybetî tevgera dewleta tirk a li Deryaya Spî û Libyayê, bi tundî rexne kirin û hate şermezarkirin. Di vî warî de Macron û Merkel weke kes jî li dijî siyaseta Tirkiyeyê helwest dan nîşandan û aşkera gotin em li dijî Tirkiyeyê li gel Yewnenistanê û Qibrisê cih digirin.
 
Bi rêya Receb û çeteyên wî, DYA li dijî Rûsyayê giraniya xwe bi cih kir. Niha êdî diyar e ku gihiştiye wê baweriyê, ew ê karibe bi rêya aşbûnê berjewendê xwe li Libyayê bi dest bixe, lewma dest bi pêngava agirbestê kir. Bi giranî Almanya xiste nava karê agirbestê û Berlîn weke navenda vî karî hate hilbijartin. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve Heiko Maas kete ser rêya aşbûnê. Çû Trablûsê û Îmaratên Erebî. Piştî hewldanên Berlînê û hinek derdorên din, hefteyek li pey gera Maas, Serrac û Hafter di 21‘ê tebaxê de agirbest ragihandin.
 
Yên ji vê pêkhatinê dilxweşbûn xwe nîşandan, di serî de NY û YE bûn. Yên bêdeng man di serî de  Rûsya û Tirkiye bûn. Ji vî dîmenê jî hinek aşkera dibe ku ev agirbest ne li gorî dilê Pûtîn û Receb e. Gûman nîne ku Rûsya ne agahdar bû. Na xêr, heta DYA û Rûsya li ser vê mijarê axivîne û li ser wan xalên hatin ragihandin li hev kirine. Lê wisa diyar e ku  Rûsya ji vê agirbestê re ne amade bû, weke ji nişka/xafil ve hate girtin.
 
Rûsya, her çawa be, ew ê karibe cilika xwe ji avê derbixe. Lê xwelî serê Recebê bi ku ve biçe û ji wan çeteyên xwe re çi çareyê bibîne? Wisa diyar e ew ê li serê wî bibin bela! Her wiha ew hewldanên wî yên ji bo xazê li Deryaspî bi dest bixe jî têk diçe, beravê diçe û ew mirazê wî di qirika wî de dimîne! Weke li jor hate behskirin, her dewletên têkildar, bi hev re peymanên nû girêdan. Li gorî rojnameya Şerqil Ewsed, peymanek din jî di rê de ye.
 
Serokwezirê Iraqê Mustafa Kazimî, ji cem Trump vegeriya, hema bi lezgînî heyetek şand Şamê û Beşar Esad vexwendî hevkariyê kir. Ew bi xwe jî çû Urdunê û daxuyanî da ji bo hevalbendiyek 3 qolî ya Iraq-Urdun-Misrê! Vê helwestê herî giran Îranê tirsandiye. Hewldanên Maas ên ji bo lihevhanîna Tirkiye û Yewnenistanê, bi ser neket. Ew hîn ji Atîna û Enqereyê venegeriya bû, Fransa,Yewnenistan, Îtalya û Qibrisê tetbîqatek bi hêzên ezmanî û deryayî ya hevpar, li Deryaya Spî dan despêkirin; ji 26‘ê tebaxê heta 28‘ê tebaxê. Vê tetbîqatê Receb û Çavişoglu gelek hêrs kir û dîsa dest bi qebedayitiyên xwe kirin.
 
Îca ger mirov van hemûyan bide ber hev, Der Spiegel mafdar e ku bêje “Receb xwe bi tenê hîs dike”, rast e derûniya wî xerab bûye. Çavişoglu şand Venezuela, ji bo ku dîsa jê re zêran bîne, lê mixabin laqayî cezayên ambargoya DYA‘yê hat. Şûna zêran ew ê penêr û hwd.bînin! Lê belê dibe ku bi dizî/veşartî bînin, weke carên berê; 24 ton anîbûn! Riza Zeraf ên nû jî nikarin peyda bikin. Wisa diyar e kes nikare wan ji vî halê xerab rizgar bike! Hewara xwe bibin ku derê jî bê fayde ye!
 
Bi tenê yek çare heye; biçe dest lingê gelê Kurdistanê û leborînê ji wan bixwaze! Lê belê garantiya vêna jî nîne, ma gelo gelê bi wan baweriya xwe bînin û leborîna wan qebûl bike?" 
 
 
 

Sernavên din

31/08/2020
16:46 Rapora Girtîgehên Wanê: Girtî di rîskê de ne
16:24 Derket holê ne qezaye cînayet e
15:56 Melîha Kaya ya li Şemrexê hatibû kuştin hat definkirin
15:21 Ji HDP'ê 'Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê': Gel dixwaze aştî bê avakirin
15:09 'Pergala tenduristiyê hilweşiya ye'
14:59 'Divê berî her tiştî em tecrîdê rakin'
14:52 MEBYA-DER: Wesayîtên cenaze nadin malbatan
14:16 Wekilên HDP'ê: Bi şewata daristanan dixwazin gel bidin koçkirin
13:53 Piştî îmzekirina peymanê bi Lavrov re hevdîtin kirin
13:07 Li Rûsyayê muzakereya di navbera MSD û Partiya Vîna Gel hat îmzekirin
13:03 Dag: Xebatên ciwanan îllegalize dikin
13:01 Rêxistinên ked û pişeyî: Pêdivî bi aştiyê heye
12:23 Li Idlibê rageşî û tansiyon zêde dibe
12:16 Bavê Unsal: Hewara min bibihîsin, gav bavêjin
11:59 Ji bo aştiyê hat Tirkiyeyê 7 salan girtî ma: Çareserî aştî ye
11:24 Eskeran Hevşaredarê HDP’ê yê qeyûm tayînî cihê wî kirin, binçav kirin
10:42 Peymana Stenbolê naxin meriyetê: Di 10 rojan de 13 jin kuştin
10:26 Şandin mirinê
09:53 Rojnamevan Tallî rewşa dawî ya Başûr nirxand
09:45 Li Xoresanê cenazeyê zaroka 2 salî hat dîtin
09:42 Esnafên Akdenizê: Şaredariya AKP’î esnafan tîne hemberî hev
09:05 Kujer Ekrem Ozel ê Meliha kuşt ji holê winda bû
09:02 Tecawizkar li ser îtîraza derengmayî serbest berdan
09:02 Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan
09:01 Şaredariya AKP'ê li şûna xaniyên welatiyan xaniyên Osmanî ava dike
09:01 Akademisyenê Aştiyê Tekîn: Pêşeroja Tirkiye tenê bi aştiyê dikare bê avakirin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê mifteya çareseriyê Îmrali ye
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2020'AN
30/08/2020
22:10 Ji Unsal name: Têkoşînê mezin bikin
21:54 TÎP: Divê wezîrê Karên Hundir heddê xwe zanibe
19:10 Li Amedê gav bi gav ber bi 1'ê Îlonê ve
18:17 Li Stenbolê amadekariyên 1'ê Îlonê didomin
16:56 HDP’ê li Rihayê serdana xelkê kir: Temînata aştiyê Ocalan e
16:13 Berdevka HDP’ê Gunay çû serdana gora Tîmtîk
15:17 Li Stenbolê di hefteyekê de 3 ciwanên HDP’yî hatin revandin
15:00 ‘Dîroka me dîroka têkoşînê ye’
13:37 Li Enqereyê êrişî avahiya HDP’ê kirin
13:33 ‘Ji ber nebûna lêpirsîna bi bandor însan hatin windakirin’
12:21 Li Gîresûnê hejmara miriyan derket 10'an
11:05 HDP dê sibê banga aştiyê li her aliyî bike
10:59 Rejîma Îranê 2 kolberên din jî bi giranî birîndar kir
10:47 Berhema ‘Bêyî Pêjna Te’ ya Rizoyê Xerzî derket
10:02 Hejmara pêketiyên koronayê 25 milyon derbas kir
09:57 Şandeya MSD'ê li Moskovayê ye
09:44 ‘Li girtîgehê tedawiya girtiyê nexweş Soydan Akay ne pêkan e'
09:09 Hevserokên HDP'a Şirnex û Cizîrê: Tundî, destavêjî, girtin û kuştin berdewamiya tecrîtê ye
09:04 Dayikên Aştiyê: Dem dema aştiyê ye
09:04 Karkerên Cargîllê 866 roj in li ber xwe didin
09:03 Şahidê nepen ê emniyet li dadgehê dek û dolabên emniyetê pûç kir!
09:03 Li Silopiyê welatî li ber nexweşxanê perîşan dibin
09:03 Mustafa Azad: Tirkiye 5 mega ceyrana Elokê dizîye û avê ji ser Hesekê qut dike
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2020'AN
29/08/2020
23:54 Li dikanê leqayî cenazeyê wî hatin
21:59 Dadgehê biryara nêçîrkirina pezkoviyan da sekinandin
21:18 Gelo gardiyanan alîkariya kujerê Remziyeyê kiriye?
20:50 Hezar û 549 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:40 Leşkerê li Şemzînê mir hat veşartin
16:29 Şewata li Çiyayê Cûdî belav dibe
16:21 Polîsan mudaxileyî çalakiya HDP’iyan kir û pankarta ‘aştî û azadiyê’ desteser kirin
15:57 ‘Xwişka min ji ber xemsariya polîsan hat kuştin’
15:30 Li Bazîdê şer: 2 leşker hatin kuştin
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Yildirim dê heta 1’ê îlonê bisekinin
14:03 Nexweşiya Ali Kuş giran e
13:47 Tanrikulu: Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin
13:28 Dayikên Şemiyê bang li rayedarên dewletan kirin
13:21 Baroya Stenbolê posterê Tîmtîk daxist û ala Tirk dakir
12:57 Wê li ber Keleha Wanê ‘xeleka aştiyê’ were çêkirin
12:48 Xizmên Windayan li aqûbeta windayê 39 sal berê pirsîn
12:22 Rêxistinên Şengalê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
12:04 HDP’ê nivîskar Vedat Turkalî bibîr anî
10:47 Bîrdal: Deriyên aştiyê wê rê li edaletê veke
10:31 Ji ber deynê rêveberiya AKP’ê pereyê Şaredariya Panosê hat destserkirin
10:12 Tirkiye li gelê Behdînanê cerdevaniyê ferz dike
10:11 Li ser banê xaniyan dersa ziman û muzîkê dide zarokan
09:04 Başaran: A ku Îpekê kuşt bêedaletî bû
09:03 Hem bêhna genî jê tê hem jî zirarê dide erdan
09:03 Daholvan û zirnevan: Em bê kar û bê pere ne
09:03 Piyaseya kayê di dest qereborseciyan de ye
Dibe ku zivistana îsal barê sewalvana giran bibe
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2020'AN
07:51 Mêrê ji girtîgehê reviya Remziye Yoldaş qetil kir
07:42 Wezîr Soylu Baroya Stenbolê kir hedef
28/08/2020
20:41 36 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:37 HDP amadekariyên 1'ê Îlonê dike: Ocalan temînata aştiyê ye
19:34 Endama Meclîsê ya HDP'î Mînaz vegeriya ser karê xwe: Vîna bingehîn em in
16:19 Polîsan carek din cenazeyê Tîmtîk revand
15:42 Miduriyeta Giştî ya Daristanê şewatên li Şirnexê nedît
15:38 Li Stenbol û Edeneyê bernameyên 1’ê Îlonê hatin eşkerekirin
15:37 Li pêş Baroya Stenbolê bi bîr anîn: Mirina Tîmtîk şerma darazê ye
15:11 Cenazeyê Tîmtîk wê îro bispêrin axê
14:42 Zilamê Nûrbarî qetilkir bi qanûna înfazê hatibû berdan
14:33 HDP û TJA'ê bal kişand ser Ebru Timtîk û Îpek Er
14:16 Cenazeyê Tîmtîk anîn Mala Cemê ya Gazî
14:00 ‘Li Bismilê rojê 4 kes bi vîrûsê dimirin'
13:52 104 meh bi ser Komkujiya Roboskî re derbas bûn
13:25 Şandeyek ji Wezareta Karê Hûndir pêk hat malbat Îpek Er ziyaret kir
13:08 ENKS: Perwerdeya zimanê kurdî û hêza xweparastinê ne pêwîst e
12:15 Polîsan cenazeyê Tîmtîk revand
12:14 Li Deryaya Spî çi dibe?
12:06 Merasîma cenazeyê Tîmtîk: Destûr nadin baroyê û Gazî di dorpêçê de ye
11:33 Endamê Meclisa ciwanan a HDP'ê Ozkan: Em ê li dijî tacîz û tecawizê têbikoşin