Ji minareyan cudakarî olan dide!

img

MÊRDÎN – Li Mêrdînê dema kesek jiyana xwe ji dest dide di hoperlorên mizgeftan de tenê bi tirkî û erebî agahiyan didin. Cudakariya li dijî zimanê kurdî xwe di vir de jî radixe ber çavan. 

 
Li Tirkiyê nepejirandin û cudakariya li dijî kurdan û zimanê wan her roj bi awayek din xwe dide nîşandan. Ji ber kurd bi kurmancî diaxivin tên kuştin û bi êrişan re rûbirû dimînin. Dibistan û komeleyên ziman tên girtin û qeflekirin. Ji ber ciwanên kurd stranan dibêjin bi êrişan re hevrû dimînin û dîsa tên kuştin. Kurd dixwazin şîrketên operatorên telefonan bi kurdî xizmetê bidin lê bes Turk Telekom bi rehetî ji dayikekê re dikare bêje “divê tu ya bi birkî yan jî bi erebî biaxivî” û vê yekê lê ferz dike û destûrê nade xwe bi zimanê xwe bîne ziman. Ev gişt di rojevê de cihê xwe digirin. 
 
Bajarê Mêrdînê ku bi dîroka kevnare, xweşî û bajarê ziman û baweriyan tê zanîn gelek netew bi hev re li vî bajarî dijîn. Ji sedî 65 nifûsa Mêrdînê ji kurdan pêk tê û her wiha ereb, suryanî, ermen, tirk, tirkmen û baweriyên wek misilmanî, xirîstiyan û êzîdatî lê heye. Lê belê bi salane sepanek heye ev sepan jî cudakariya li dijî kurdan dide nîşandan û eşkere radixe ber çavan. 
 
TENÊ BI EREBÎ Û TIRKÎ HEYE 
 
Li navçeyên Artûklû, Stewr, Rişmil, Mehsertê û Midyadê dema ku welatî jiyana xwe ji dest didin ji mînareyên mizgeftan tenê ragihandinên bi zimanê tirkî û erebî tê kirin û derbarê wî/wê miriyê de agahî tên dayîn. Her wiha piştî selatan jî tenê bangên bi tirkî û erebî tên kirin. 
 
Li van navçeyan bi piranî nifûs kurd in jî lê li gel vê yekê jî bi zimanê kurdî bang nayê kirin û cih nadinê. 
 
Li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Dêrik û Kerboranê jî ku nifûsa wan ji sedî 80’ê kurd in jî dema piştî selatên tên xwendin tenê bi zimanê tirkî bang tê kirin. 
 
RAYEDARÊ MIFTÎTIYÊ: EM NIZANIN 
 
Em têkildarî mijarê li Miduriyeta Ayînzan (Miftîtî) a Mêrdînê geriyan û ji wir rayedarek diyar kir ku ji Serokatiya Karên Diyanetê di mevzûatê de dê çawa sela werin xwendin hatiye diyarkirin.
 
Rayedar wiha dibêje “Xwendina selatan ne bi darê zorê ye. Wek kevneşopiyekê ye. Lê tenê bi du zimanan têrê nake. Di mevzûatê de jî nehatiye diyarkirin ku wê piştî xwendina selatan bangên tên kirin, tenê bi du zimanan be. Lê çima cih nadin kurdî em nizanin.” 
 
MELE MIHEMED: JI BER NIJADPERESTIYÊ YE 
 
Mele Mihemed Oncu jî diyar kir ku selat bi dînî ne mecbûrî ye û lê we kekvneşopiyek tê dewamkirin û got: “Bi selat û bang bi erebî û tirkî tê xwendin lê çima nayê xwendin? Ev jî nijadperestiya wan dide nîşandan.” 
 
Oncu destnîşan kir ku nêzîkatî û helwesta ku kurmancî pêre hevrû maye ne nû ye û got: “Seranserî dîrokî pirsgirêka herî mezin a kurdan ew e ku zimanê wan hatiye qedexekirin. Dixwazin ku kes bi kurdî neaxive, nenivîsine û kurmancî neynin ziman. Dixwazin ku her kes bi tirkî biaxive. Di dîn de nijadperestî nîne. Zimanê gelê kurd mafê wan herî sereke û xwezayî ne. Kes nikare vê qedexe bike.” 
 
MA  / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

09/09/2020
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê
09:06 Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
09:06 Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir
09:05 Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
09:05 Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
08:17 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
08:13 Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan
07/09/2020
23:21 Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket
21:48 Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan
21:42 Hezar û 703 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
17:10 Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da
16:47 Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn
16:25 Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin
16:12 Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan
15:56 ‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’
15:55 Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan
15:36 Hevserokên DBP’a Mêrdînê yên berê hatin tahliyekirin
15:08 Li Amedê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
15:05 Ciwanên Başûr ji ber zextan koçî Ewropayê dikin
15:04 Li Çiyayê Cûdî şewatek vedimire, yekê din dest pê dike
14:51 Li Cizîrê kêliyên tundiya polîsan ketin ber kamerayê
14:37 KESK: Zimanê tund ê îqtîdarê êrişan bi xwe re tîne
14:27 Polîsan mudaxileyî meşa mexdûrên KHK’ê kir û gelek kes binçav kirin
13:38 Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:30 Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike?
13:16 Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû
13:05 Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin
12:26 Li Mûşê bi pileya 4.1 erd hejiya
12:15 Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin
11:22 Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin
10:40 Li Çewlikê qeza: 11 kes birîndar bûn
09:50 Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin
09:43 Gundê karkerên êrişî wan hatibû kirin xistin karantînayê
09:04 Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket
09:04 Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye
09:03 Hêviya wan a kar dîtinê tuneye
09:03 Li Girtîgeha Kirşehîrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 112’an de ye
09:03 Berhevkirina fistiqên 600 salî dest pê kir